Hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaza alîkariye li YE yê kir
Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê li YE yê Dilawer Ajgeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gal şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê ku wezîrê plandanana serokatiyê Dr. Elî Sindî dike, li civînekê de me li gel berpirsên komîsyona Ewropayê, daxwaza alîkarî û dayîna pare yê zêdetir ji herêma Kurdistanê re kir.’’
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir ku şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bi hûrgilî gotûbêjên wan pirsgirêk û astengî û fişaran heyî kirine, ku bi taybet ji ber hatina hejmarek zêde ya koçberan û şerê DAIŞê ku rastî hemwelatiyên herêma Kurdistanê bûne. Di beşek din ê axaftina xwe de şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê, teqezî li wê yekê kirine ku civaka navnetewî û bi taybetî YE pêwîste alîkariyê ji herêma Kurdistanê re bikin, ku beşek ji wan fişar û giwaşane kêm bibin û divê alîkariya herêma Kurdistanê bikin, ku beşek ji wan projeyên ji ber krîza daraya rawestane û hêza hikûmetê ya temam kirina wan nîne û divê bên temam kirin. bi taybeta ew projeyên ku taybetin bi beşa tenduristiyê û rê û ban û beşa kareba ango elektrîkê ne.
Dilawer Ajgeyî got, ji bo gotûbêj kirina wan pirsa hemûya biryare, di nîvê meha Sibatê de şandeyek YE serdana herêma Kurdistanê dê bike.
Basnews
