• Sunday, 22 February 2026
logo

Hewramî: ji ber siyaseta PYDê derfeta dîrokî ji dest diçe

Gulan Media January 19, 2017 Nûçe
Hewramî: ji ber siyaseta PYDê derfeta dîrokî ji dest diçe
Berpirsê têkiliyên derve yên PDKê Hêmin Hewramî îro pêşwaziya nunerê hikûmeta Holendayê yê bo karûbarên Sûriyayê Gerard Steeghs û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de Hewramî ragihand ku Hêzên Pêşmerge bê cudahî şer bo parastina netewe û mezheb û pêkhateyan kiriye û ev jî ew nirx bû sedem ku Hevpeymana Navdewletî zêdetir giringiyê bide Kurdistanê û berdewam pişta wê bigire.

Derbarê Sûriyê de jî, Hêmin Hewramî ragihand ku pêkanîna bereyeke yekgirtî li Rojavayê Kurdistanê bo bidestxistina mafên neteweyî bo wî perçeyê Kurdistanê pir girîng e. Lewma PDK û Serok Barzanî hemû hewlên xwe dane ku aliyên siyasî yên Rojava yek bin li hemberî pêşhatan, da ku nebin beşek ji hevrikiya ku li navçeyê heye û tenê mafê xwe misoger bikin. Lê mixabin PYDê pêbendî rêkeftinan nebû û vê yekê bandoreke xerab li ser demografiya Rojavayê Kurdistanê kiriye û sûd ji vê derfeta dîrokî nehatiye dîtin. Lê niha hêj derfet maye ku PYD li siyaseta xwe vegere da ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê sûd ji vê derfeta dîrokî werbigire.

Balyozê Holanda li Sûriyê ragihand ku cîhana azad deyndarê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ye.
Top