Tilkêf bi temamî hate kontrolkirin
Fermandarê operasyona Mûsilê Ebdilemîr Yarelah ragihand, hêzên Iraqî û hêza asmanî yên Iraqî bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî qezaya Tilkêfê bi temamî kontrol kirin û ala Iraqê li ser avahiyan bilind kirin.
Yarelah amaje bi wê yekê kir, hejmareke mezin çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek mezin ji çek û teqemeniyan ketin destê wan.
Operasyona kontrolkirina qezaya Tilkêfê piştî rojekê ji kontrolkirina tevahiya taxên rojhilatê Mûsilê hat.
Operasyona kontrolkirina Mûsilê di 17 Cotmeha borî bi beşdariya hêzên Iraqî û Kurdistanî dest pê kir, ku hêza Pêşmerge navçeyên derdora Mûsilê rizgarkirin, Dijeterora Iraqê jî kontrolkirina rojhilatê Mûsilê ragihand.
K24
