Nêçîrvan Barzanî: Civîna PDK û YNKê gelek baş bû
Di bersiva pirsekê de li ser civînên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û ka dê ew her du partî bi şandeke hevbeş serdana aliyên din bikin, Barzanî got:
- Ji bona ku PDK û YNK li ser hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê hene bigehin dîtinek hevbeş û wan pirsgirêkan çareser bikin dê civînên her du aliyan berdewam bin. Di heftiya bê de, eger YNK amade be, civînek din bê saz kirin weke berdewamiya civîna heftiya borî. Heta niha ew biryar nehatiye dan ku bi şandeyeke hevbeş serdana aliyên din bikin, lê ya giringe ewe ku me, her du alîyan, li hev kiriye ku li ser civînan berdewam bin hata hemû pirsgirêkan çarser bikin... em weke PDK vê pirsê bi tiştek normal dibînin û pê kêfxweş in, ne pirobleme eger me pirojeyekî hevbeş hebe û bi hev re serdana aliyên din bikin. Lê eger mexseda we ew be ku di civîn borî de biryar li ser vê prisê hatibe dan, nexêr biryar lis er nehatiye dan. Di civîna berî niha de me bi awayekî giştî behsa pirsgirêkan kir û di civînên bên de em dê behsa hûrgilyan bikin....civîna vê dawiyê ya bi YNKê re civînek gelek giring bû, ev nayê wê maya ku aliyên din beşdarî civîna nabin, lê aliyên sereke ku di vî welatî de berpirsiyarî heye zêdetir PDK û YNK ne ku pêwîste bi berpisyriya xwe rabin... ev civîn berdewam dibin heta digehin dîtinek hevbeş ji bo çareserkirina tev pirgirêkan û awayê hikûmdariyê li Kurdistanê.
Serokwezîr di bersiva pirsekê de got ku miaşê karmendên hikûmetê nafewite û herdema rewşa êkonomî baş bû dê destkariyê di mişan de bikin.
Li dor têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û serdanan şandeyeke hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayl û behiskirina pirsa serxwebûnê, serokwezîr got:
- Hevahengî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, lê ev nayê wê manayê ku hemû pirsgirêk bi Bexdayê re hatine çareser kirin û tu alozî nemane, şandeyeke hevbeş serdana Bexdayê bike û yek ji wan pirsên di civîna bê ya navbera PDK û YNKê de tê behiskirin dê amadekariyên vê pirsê be.
Rudaw
