• Sunday, 22 February 2026
logo

Çend welatên din konsulusxaneyên xwe li Kurdistanê vedikin

Gulan Media January 19, 2017 Nûçe
Çend welatên din konsulusxaneyên xwe li Kurdistanê vedikin
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Kurdistanê ragihand, çend welatên din dê nûnertî û konsulusxaneyên xwe li Kurdistanê vekin.
Berdevkê Fermangeha Peywendiyên Derve, Ebdulxaliq Mihemed diyar kir ku niha 30 konsulusxan li Kurdistanê hene, dê çend welatên din jî konsulxaneyên xwe vekin.
Ebdulxaliq Mihemed her wiha got, ew welat niha li Bexdayê mijûlî bicîhanîna pirosedûrên qanûnî ne da ku li Kurdistanê konulxaneyên xwe vekin.
Berdevkê Fermangeha Peywendiyên Derve nexwast vê gavê navê wan welatan eşkere bike û got, helbet zêdebûna konsulxane û nûnertiyên biyanî li Kurdistanê gelekî girîng e çimkî di paşerojê de Kurdistan her biryarekê bide dê piştgirî bikin.
Top