Artêşa Iraqê derbasî nav bajarokê Tilkêfê bû
Peyamnêrê Rûdawê raghand îro artêşa Iraqê li dû eniyan êriş bir ser bajarokê Tilkêfê li sînorê parêzgeha Neynewa û niha artêşa Iraqî debasî nava bajarok bûye.
Peyamnêrê me herwiha balkişande ser wê yekê ku tevî êrişa bejayî ya artêşa Iraqê , balafirên hevpeymanan bi giranî navendên DAIŞê li wî bajarokê bombebaran kirine.
Zêdetrî dû mehane artêşa Iraqê çekdarên DAIŞî li bajarokê Tilkêfê dorpêç kirine, bajarokê Tilkêf dikeve bakûrê rojavayê MÛsil û 18 kîlometran ji bajarê mûslê dûr e.
Çekdarên rêxistina DAIŞê di sala 2014ê de Tilkef dagir kiribûn.
Rudaw
