Serokê Giştî yê PAKê: Pêwîstî bi hişmendî, stratejî û yekgirtineka kurdistanî heye
Du sed sal in ku têkoşîna jibo azadîya miletê kurd berdewam e. Lê em dibînin, sê sebebên esasî ku heta îro rê liber serkeftin û azadîya miletê kurd girtine ev in; yekem: helûmercên navneteweyî, siyaset û berjewendîyên dewletên mezin; rikberîya di navbeyna bloka ku di pêşkêşîya Amerîkayê û ya di pêşkêşîya Sovyetê de. Duwem: Tunebûna hişmendî, tifaq û stratejîyeka neteweyî ya kurdan. Sêyem: Dema ku helûmercên navneteweyî misaîd bû, kurd ne amade bûn; lê dema kurd amade bûn, şert û berjewendîyên dewletên mezin rê nedida serkeftinê.
Bi firsendên ku rûxandina Sovyetê û ya sîstema du blokî derxistin holê, bi xêra çavnebarî û bêaqilîya Seddam Hûsên û bi hebûna tifaqa kurdan ya bi navê “Bereya Kurdistanî’’, ev qedera miletê kurd hate guhertin û li başûrê Kurdistanê rêya dewleta federe vebû. Niha jî serxwebûn li ber derî ye.
Başûrê Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê ye
Ger em di dema avabûnê de îmkanên aborî, eskerî û îdarî yên neh-deh dewletên ereban, yên gelek dewletên Efrîka û Asyayê bidine ber çavan; emê bêjin ne dewletek, muxtarîyeta gundekî jî bi wan nedihate ava kirin. Heger em ligor hêza aborî, eskerî û îdarî ya Seddam Hûsên li dewletan binerin; em dê bêjin ne mimkun e ku dewleteka weha birûxe. Aşkere ye ku di avakirina dewletan jî, di rûxandina wan de jî piştgirî, alîkarî û midaxaleyên dewletên mezin roleka esasî dilihîze.
Başûrê Kurdistanê digel gelek astengî, pirsgirêk û kêmahîyên navxweyî, mercên derekî û qeyrana aborî , ablûkaya Bexdayê û bi şerê li dijî DAIŞê jî, îspat kiriye ku 26 sal e, dikare xwe bixwe îdare bike. Heger dewleteka serbixwe be, dê hêza wê di her warî de bi dehan caran mestir û zêdetir be. Dewleteka serbixwe, dê sîstema îdarî, aborî, eskerî û îstîxbaratî jî bi hişmendîyeka nû bihûne. Wê gavê ev pirsgirêkên jiber du îdaretîya Hewlêrê û Silêmanîyê dê nebe pirsgirêkeka esasî.
Piştî berxwedan û têkoşîneka bi xwîn a bi deh hezaran şehîdan, piştî Enfal û Helebçeyê; mihendîsên dewleta federe ya başûrê Kurdistanê, digel piştgirîya Amerîka û welatên Ewropayê, tifaqa stratejîk ya PDK û YNKê û bi taybetî jî yekgirtina rêzdaran Kak Mesûd û Mam Celal bû.
Jiber rewşa tenduristî ya Mam Celal, niha barekê dîrokî liser milên rêzdar Mesûd Barzanî, rêveberên YNK û PDKê û yên Parlamentoya Kurdistanê ye. Herdu partî divêt jibo serxwebûnê tifaqeka stratejîk pêk bînin; parlamentoya Kurdistanê jî ligorî vê tifaqê îradeya xwe nîşan bide, Bexda jî, jibo serxwebûna Kurdistanê hîna hêsantir dê xwe bide ber rêya çareserîya aştiyane.
Di meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê de, helwêst û siyaseta PKKê roleka êrênî naleyîze. Şerê ku îro PKK li bakurê Kurdistanê dimeşîne, hem zirarê dide doza azadîya Bakur, hem jî dide ya Başûr û rojavayê Kurdistanê. PKK digel pêwîstîya bakurê Kurdistanê, herweha jibo bêhnvedan û xurtkirina meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê jî, jibo berjewendîyên rojavayê Kurdistanê jî divêt li Bakur şer rawestîne. Divêt ji dewleta Tirkiyê û ji xêrnexwazên din, hincetên serêşînê bo Başûr peyda nekin. Divêt li Şengalê û li cîhên din yên başûrê Kurdistanê ji Hikûmeta Kurdistanê re pirsgirêkan çê neke.
Îro dewletek bi navê ‘’Iraq’’ê nemaye. Êdî serxwebûn ne bes daxwazeka siyasî; herweha pêwîstîyek e ku dahatîya miletê me tayîn bike. Belê îro digel Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî divêt PDK, YNK, Goran, Yekgirtû, Komeleya Îslamî û hemû partîyên başûrê Kurdistanê jî bi awayekê zelal jibo serxwebûnê nexşerê û demekê ku neyê paşdexistin, dîyar bikin.
Perçeyê biçûk, lê derîyekê mezin yê dewletbûnê: Rojavayê Kurdistanê
Siyaseta Obama ya ku di destpêkê de himberî Esad meşand hêvîyeka wha çêkiribû ku rejîma Esad dê heta 6 mehan birûxe. ENKSê jî temamê plan û stratejîya xwe ligorî vê hêvîyê danîn. Lê Obama ji carekê ve siyaseta xwe guhert û hedefa xwe ya rûxandina Esad sist kir.
Vê siyaseta nû ya Emerîkayê tesîreka negatîf hem liser stratejî û planên rêzdar Mesûd Barzanî, hem jî liser yê ENKSê kir. Piştî ku Obama dest ji rûxandina rejîma Esad berda, PYDê jî peywendîyên xwe yên digel rejîmê xurtir kir û Mitabiqeta Hewlêrê hîç hesiband. PYDê got; “Em nahêlin ti hêzeka eskerî bêyî îradeya me derbas bibe. Her hêzeka eskerî divêt di bin fermandarîya YPGê de be.” Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi hesasîyeta ku “şerê birakujî’’ rû nede, nebû alîgirê derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo rojavayê Kurdistanê.
Di vê navbeynê de PYDê digel hinek alîyên ereban “Federasyona Rojava-Bakurê Sûrîyê’’ îlan kir. Tiştê balkêş ew bû ku ji destpêkê ve, PYDê bi ti awayî behsa “Kurdistan’’ekê nedikir. Piştî demekê navê “Rojava’’ jî ji vê federasyonê hate derxistin. Niha jî PYD tenê bi rênedana Pêşmergeyên ENKSê qayil nabe; êdî rê liber xebatên siyasî yên ENKSê jî digire û rêveber û endamên wan digire.
Statuyeka siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê dê rêya yekkirina fiîlî ya Başûr û rojavayê Kurdistanê hêsantir bike. Ger bi statuyekê rojavayê Kurdistanê bigihêje Behra Spî, dê rê ji wê yekê re vebe ku petrol û xaza tebiî ya başûrê Kurdistanê yekser bi rêya Behra Spî bigihêje cîhanê. Ev dê jibo serxwebûn û dewletbûna başûrê Kurdistanê jî, jibo pêşdebirin û xurtkirina statuya rojavayê Kurdistanê jî û jibo rêlêvebûna azadîya herdu perçeyên Kurdistanê yên din jî dê bibe şoreşek.
Tirs û xofeka ku ketîye dilê dewleta Tirkiyê jî ev rastîya ye. Tirkiye jibo hinartina petrol û xaza tebiî ya başûrê Kurdistanê niha yekane derî ye. Heger Tirkiye by-pass bibe û kurd yekser, liser rojavayê Kurdistanê berhemên xwe bihinêrin derve, dê rola Tirkiyê ya liser Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kêmtir bibe û Tirkiye dê ji alîyê aborî ve jî zirarê bibîne. Herwiha dê rêya dewletbûna kurdan hêsantir bibe.
Rejîma Îranê bi bêdengîya cîhanê dixwaze doza azadîya miletê kurd bifetisîne
Îran bi xêra siyaseta Obama, li ser navê şiîtîyê, bû wekî împaratorîyetekê. Herî dawî jî protokola nukleerî ya Îran û welatên 5+1 ji Îranê re bû derî û nefeseka nû ku împaratorîyeta xwe xurtir bike.
Îranê di vê demê de, îdam û kuştin û zext û neheqîyên himberî miletê kurd jî zêdetir kir.Partîyên Rojhilatê Kurdistanê, jibo ku zerar negihêje başûrê Kurdistanê, jibo ku Îran ji xwe re neke hincetê êrîşan, di van çend salên dawî de şerê çekdarî rawestandine.Bêdengîya Amerîka û dewletên Ewropayê û rawestandina şerê çekdarî ji alîyên partîyên rojhilatê Kurdistanê ve, rejîma Îranê bêminetir kir; Îranê êrîşên xwe yên dijî doza azadîya Kurdistanê zêdetir kir.
Piştî bêdengîyeka dûr û dirêj, PDK Îranê, Komeleya Zehmetkêşan û hinek partîyên din yên Rojhilatê Kurdistanê, careka din biryara destpêkirina şerê çekdarî dan û Pêşmergeyên xwe derbasî rojhilatê Kurdistanê kirin. Helwêsta Îranê, partîyên kurdan mecbûrî vî şerî dike. Jibo mafên neteweyî yên demokratîk yên kurdan, ji alîyê dewleta Îranê ti gav nayên avêtin; hemû rêyên xebata siyasî, sivîl, demokratîk hatine girtin.
Donald Trump mesajên tund li himberî Îranê dide û nerazîbûna xwe dijî xurtbûn siyaseta Îranê tîne ziman. Ger Trump gorî van gotinên xwe siyasetê bimeşîne, dê tesîreka pozîtîf liser doza azadîya rojhilatê Kurdistanê jî bike. Îran çiqasî lawaz be, peywendîyên wê yên navneteweyî çiqasî xera bibe û cîh lê teng bibe; dê rêya azadîya miletê kurd hem li Îranê û hem jî li perçeyên din xweştir be.
Tirkiyê dê di siyaseta xwe ya liser dijayetîya miletê kurd de bisernekeve
Destkeftên başûr û rojavayê Kurdistanê, digel destkeft û pêşkeftinên siyasî û sivîl yên li bakurê Kurdistanê, temamê plan û stratejî û hişmendîya dewleta Tirkiye têk bir û bû sebeb ku Tirkiye wekî dewlet nexşerêyeka nû bide ber xwe. Şerê îro li bakurê Kurdistanê didome, dagirkirina Tirkiyê ya li Cerablûsê û peywendîyên nû yên digel Rûsya û Îranê her encama vê hêçbûn û têkçûna hişmendîya dewleta Tirkiyê ye.
Tirkiye weha hesab dike ku dê bi vê siyasetê nehêle Kobanî û Efrîn axa rojavayê Kurdistanê bibe yek û li Rojhilatê Kurdistanê dê rê liber statûyeka siyasî ya kurdan bigire. Gava Serokkomarê Tirkiyê digot; “Em dê nehêlin ew xeletîya ku li bakurê Iraqê çêbûye, li bakurê Sûrîyê dubare bibe’’ behsa vê hişmendîya stratejîk dikir.
Meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê û pêşkeftinên rojavayê Kurdistanê jî vejîna neteweyî li Bakur geştir kir. Xof û tirseka mezin dewleta Tirkiyê girt. Îro ew siyaseta şerî, ya dijî kurdan, her encamê vê tirs û xofê ye. Dewleta Tirkiyê 93 sal e naxwaze fêhm bike ku ev mesele ne meseleya terorê û paşdemayîna rewşa aborîyê ye; meseleyeka siyasî û neteweyî ye û bi kuştin û wêrankirin û tunehesibandina miletê kurd çareser nabe.
HDP, DBP, DTK, KJA, hevserokên şaredarîyan li Amedê konferansek lidar xistin. Di encama vê konferansê de li cîhê ku bêjin “Jiber ku me nikarîbû rê liber siyaseta xendek û barîkatan bigirin, em bi awayekê aktîf himberî şerî derneketin, em ji gelê xwe uzrê dixwazin’’; bileksê vê, piştgirîya xwe ji wê siyaseta xendek û barîkat û şerî re nîşan dan.
Îro li alîyekî şer û rewşa awarte berdewam e; li alîyekî jî AKP bi guhertina destûrê dixwaze ‘’sîstema serokatîyê’’ bîne. Sîstema serokatîyê, digel vê destûra nîjadperest û dijî demokrasîyê, dijî miletê kurd, dê bi îdareya takekesî totalîterîyê xurtir bike. Tirkiye heta ku şerî ranewestîne û rêya çareserîya siyasî digel hemû partîyên bakurê Kurdistanê veneke, dê nikaribe ti pirsgirêkên xwe çareser bike.
Qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi hevdu ve girêdayî ye
Di dîroka Kurdistanê de, di ti demê de wekî vê demê, qedera kurdên herçar perçeyan di vê astê de bi hevdu ve nehatîye girêdan.
Ev rastîya di afrandina siyaset û stratejîya partîyên her perçeyekê Kurdistanê de jî, guhertineka esasî bi xwe re tîne.
Êdî tehemula miletê me tune ye ku partîyên siyasî yên kurdan bo berjewendîyên xwe armancên neteweyî yên miletê kurd piştguh bikin. Îro serxwebûna başûrê Kurdistanê îhtîmala herî nêzîk e û dê serxwebûna wê bibe destpêka azadîya hersê perçeyên din yên Kurdistanê jî. Divêt piştgirîya serxwebûna Kurdistanê wezîfeyeka neteweyî ya hemû partîyên kurdan be.
Li rojavayê Kurdistanê , pêkanîna Mitabiqetên Hewlêr û Duhokê zerûrî ye, pêwîstîyeka neteweyî ye. Benda herî mezin ya hemberî hemû plan û stratejîyên xêrnexwazên miletê kurd, bi yekgirtina navxweyî û bi hişmendîyeka neteweyî dikare bihêt ava kirin. Îdareyeka hevbeş dê qedera gelê me tayîn bike.
Îro li rojavayê Kurdistanê Mitabiqetên Hewlêr û Duhokê pêk nayên, endamên ENKSê têne girtin.Li Şengalê îradeya Hikûmeta Kurdistanê nayê qebûl kirin. Li bakurê Kurdistanê PKK ti partîyên kurdan nahesibîne û şerî kûrtir dike. PKK bi giştî, hişmendîyeka kurdistanî, neteweyî, stratejîya dewletbûnê, çi binavê ‘’taktîkê’’, çi bi helwêsteka siyasî red dike.
* Mustaf Ozçelîk, Serokê Giştî yê PAKê ye.
Basnews
