PDK û YNK rêkevtinek nû îmza dikin
Berdevkê PDKê Mehmûd Muhemed ji Rûdawê re axivî û got: “Ji bo çareserkirina qeyrana siyasî û aborî, herdu hêz careke din hatin ba hev.”
Muhemed destnîşan kir ku heta peymaneke bi YNKê re bê pêkanîn, hevdîtinên Komisyona Danûstandinê dê were sekinandin û got: “Saziyên me yên ku bi YNKê re pêwendîdar in û niha rawestiyane, ji bo ku ji nû ve dest bi kar bikin, em dê hevdîtinan pêk bînin.”
Mehmûd Muhemed wiha dirêjî da axavtina xwe: “Danûstandinên me yên bi YNKê re bila neyê wê wateyê ku em partiyên din îhmal dikin, lewra eger ev herdu hêz bên cem hev û tifaqekê pêk bînin, ji bo bi partiyên din re jî tifaqeke bê kirin, gav dê werin avêtin. Divê em bibin yek û welatê xwe ji vê rewşê rizgar bikin.”
Endamê Polîtburoya YNKê Şêx Ceifer Şêx Mistefa jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got “Ev kirîz tenê bi tifaqa YNK û PDKê tê çareserkirin. Ev civîna PDK û YNKê di nav 3 salên dawî de civîna herî sûdewer bû.”
Herwiha Şêx Mistefa destnîşan kir û got: “Pêwîst e ji bo ku parlamento ji nû ve bikaribe bixebite, ev herdu partî rêkevtinê bikin. Divê PDK û YNK li hev bikin û serî li partiyên din jî bidin, bi hev re daxwazên wan guhdarî bikin û pêşniyarên wan binirxînin.”
Herwiha Endamê Polîtburoya YNKê Şêx Ceifer Şêx Mistefa got: “Gava em dibêjin tifaqekê bikin, ev tê wateya ku em dixwazin hemû xebatên xwe bi hev re bi rê ve bibin.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê, PDK heta ku bi YNKê re negihîje rêkevtinekê, dest bi tevgera xwe bo serdankirina aliyên din ên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nake.
Rudaw
