Di teqîneka Li Bexda da 31 kes bûn qurbanî
Eqîd Zahir Hefacî ji rêveberîya polîsên Bexda dîyar kir; teqînek li bazarekê devera Ebo Deşîr li Bexdaya paytextê Îraqê çêbû, ji egerê wê, heta niha heft kesan jîyana xwe ji dest daye û 24 kesên din birîndarin.
Aşkere jî kir; teqîn bi trumbêleka bombekiri bû, zêdebarî kuştin û birîndar kirina zêdetir ji 30 welatîyan, zîyan gihiştine çendîn trumbêl û avahîyên derdora cihê teqînê.
