• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Nîjerya artêşê bi şaştî qampa penaberan bombebaran kir!

Gulan Media January 18, 2017 Nûçe
Li Nîjerya artêşê bi şaştî qampa penaberan bombebaran kir!
Di encama operasyona hewayî ya ku artêşê li hember rêxistina Boko Haram dida meşandin de bi şaşitî li qampa penaber û cihê erkdarên ku wê herêmê dimînin da û 100 kesî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Hat zanîn ku artêşa Nîjeryayê li hember rêxistina Boko Haram operasyona hewayî li dar xistiye û bi şaşitî li cihê erkdar û qampa penaberan daye û di wê bûyera bombeyî de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da ye.

General Gen Lucky Irabor ku bi navê artêşa Nîjeryayê ji rojnamevanan re axivî di daxuyaniyê de anî ziman ku Balafirên şer bi şaşitî li kêsên ku di navçeya Borno ya bakurê welat de dimînin û qampa ku kesên tê de ji cihên xwe mane dane .

Irabor da diyar kirin ku di bombardimana nêzîk herêma Rann ya li sînorê Kamerun hatiye pêk anîn de hêjmareke zêde kuştî çêbune, herwaha da diyar kirin ku dinava wan kuştiyan de girêdayî Nîjerya yê hindek kesên ku bi navê xebatkarên bijîşkên ku sînoran nas nakin û artêşa Xaça sor ya navnetewî jî hene û derbarê buyerê de lêpirsîn berdewam dike.

Rayedarekî ku li eyaleta Borno yê nexwast navê xwe aşkera bike ragehand, di bûyerê de ji 100 zêdetir kesan penaberan jiyana xwe ji dest dane, karmendên alîkariyê didin jî birîndar bûne. Bûyera mijara gotinê ye ji aliyê artêşa Nîjeryayê ve cara yekem wek bombebaranekî bi xeletî hatî kirin tê qebûl kirin.


Basnews
Top