• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Çînê di karesata madenê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan!

Gulan Media January 18, 2017 Nûçe
Li Çînê di karesata madenê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan!
Hat ragihandin ku li bakurê Çînê cîhê tûnela madena komirê hilweşiya û di encamê de 9 karker mirin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Çînê Şinhuayê, li bajarê Şuocouya eyaleta Şanşi ya Çînê tûnela madena komirê hilweşiya. Di encama hilweşandina tûnela madenê de 10 karker dorpêçayî man, ji wan yek hat rizgarkirin lê 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî zanyariyan, karkerê ku hat rizgarkirin bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha li Çînê di meha rebendanê de li madena komirê yên eyaletên Hinan, Heylongciang û Hubeyê jî qeza çebûn û di wan qezayan de herî kêm 40 karkerî jiyana xwe ji dest dabûn.

Basnews
Top