Hinardekirina petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyê hate sekinandin
Serokê Komîsyona Petrol û Enerjiyê li Civata Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji Rûdawê re ragihand; “Roja 17ê Çileya 2017ê, li ser daxwaza Tirkiyê hinardekirina petrola Kerkûkê hatiye sekinandin, ku rojane 105 hezar bermîl dihate şandin.”
Ehmed Eskerî eşker kir, ku sedema ragirtina hinardekirina petrolê jî pirsgirêkek teknîkî, hunerî bûye.
Serokê Komîsyona Petrol û Enerjiyê li Civata Parêzgeha Kerkûkê bibîr xist, ku petrola Kerkûkê bi rêya xeta boriya Kurdistanê digihe Ceyhanê û got; “Eger petrola Kerkûkê bê sekinandin divê hinardekirina petrola Kurdistanê jî bê sekinandin. Lê petrola Kurdistanê tê hinardekirin û depokirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 600 heta 650 hezar bermîl petrolê dişîne derve. Beşek ji vê petrolê jî ji çend kêlgehên Kerkûkê tê berhemanîn.
Rudaw
