Kirby: Min nebihîstiye PYD ofîsekê li Amerîka vedike
Berdevkê Wezareta Derve ya ya Amerîkayê John Kerby di presskonferansa xwe ya asayî de, li ser pirsa rojnamevanekî, ku gelo rast e Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê, li Amerîkayê ofîsê veke, ragihand: “Min bi xwe tiştek weha nebihîstiye. Tu agahiyeke min a weha nî ne!”
Hin rojnameyên Tirkiyê û medyayên nêzîkî PKK û PYDê dabûn diyarkirin, ku “PYD dê li Amerîka ofîsa xwe veke”. Herweha li gor heman medyayan Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Ilham Ehmed jî ragihandibû, ku “Xebatên wan ji bo vekirina nûneratiyê li Amerikayê didomin.”
K24
