Parlamentoya Ewropayê serokê xwe yê nû hilbijart
Xula duyemîn a serdema 5 salên nû yê Parlamentoya Ewropayê duh (17-01-2017) li Starsbûrgê yekemîn rûniştina sala nû sazkir.
Di gera 4emîn a hilbijartinan de namzetê îtalî Antonio Tajani bi 351 dengan bû serokê nû yê Parlamentoya Ewropayê.
Di dengdanê de namzetê Demokratên Sosyalîst Gianni Pittella, ku ew jî îtalî ye, 282 deng bidest xist.
Piştî dengdanê Tajani axaftinek kir û banga yekîtiyê li Ewropayê kir.
Di sala 2014ê de eşkere bibû, ku jib o hilbijartina serokatiya Parlamentoya Ewropayê, di navbera du komên mezin de rêkeftineke veşartî hatiye kirin. Vê yekê rê ji gengeşiyê re vekiribû.
Li gore vê rêkeftinê dê namzetê Koma Demokrat û Sosyalîstan (S&D) ji 2014ê heta 2019ê di serdema yekemîn de bibe serokê nû yê parlamentoyê, namzetê EPP jî dê serdema duyemîn de bibe serok.
Rudaw
