• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Wanê 2 kes hatin kuştin

Gulan Media January 18, 2017 Nûçe
Li Wanê 2 kes hatin kuştin
Hêzên Dijîterorê yên Tirkiyê li Edremîta Wanê êrîşek birin ser malekê û di encamê de 2 kes hatin kuştin. Rayedarên Tirkiyê dan xuyakirin kesên hatine kuştin, endamên PKKê ne.

Li Wanê navçeya Edremîtê, li ser agahiyên saloxgeriyê, hêzên dijîterorê yên Wanê û Polîsên operasyonên taybet êriş birin ser malekê.

Hat ragehandin, di êrişê de pevçûn derket û kesên li malê bi çek û bombeyan bersiv dane polîsan.

Helîkopter jî beşdarî operasyonê bûn û di encamê de 2 kes hatin kuştin. Rayedarên polîsan destnîşankirin, kesên hatine kuştin endamên PKK ne.


K24
Top