Wezîrê derve yê Amerîka Malikî bi egerê hemû pirsgirêkên Îraqê suçbar kir
Di hevpeyvînekê da digel kenalê Skayî News, Con Kêrî wezîrê derve yê Amerîka, got: di demê xwe da Nûrî Malikî ku serok wezîrên Îraqê bû, supayekê taîfî bo Îraqê ava kir û ev jî wesa kir ku ew supa çend saetan jî xwe li hember êrîşa Daişê negire û bajarê Mûsilê radestî wê rêxistina terorê bikin.
Kêrî got jî: Malikî egerê hemû pirsgirêkin niha yên Îraqê ye, jiberku supayê wî çi hest û soz li hemberî xelkê Mûsilê nebûn û di destê Daişê da hêlan.
War.tv
