• Sunday, 22 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê daxiyaniya çend parlamenterên kurd red dike

Gulan Media January 18, 2017 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê daxiyaniya çend parlamenterên kurd red dike
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta Herêma Kurdistanê re got:


- Çend parlamenterên kurd li parlamentoya Îraqê ragehandiye ku, di civînekê de, birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê ji wan re gotiye ku hikûmeta Herêma Kudistanê milyonek û sêsedhezar bermîlên neftê rojane ji bo derve dişîne.

- Em nizanin eger ew parlamenter bibin berdefkê serokwezîrê Îraqê, lê me, ne bi awayekî fermî û ne jî bi nefermî, nebihîstiye ku birêz Ebadî ew axavtin kirine. Hijmara rasteqîne ya hinaredkirina nefta Herêma Kurdistanê ew hijmarin ku wezareta samanên xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi awayê raport diweşîne û wan hijmaran ji kompaniyên berhemanîna neftê werdigire.


Di dawiya daxuyaniya xwe de Dizeyî got:

- Ew parlamenter, yan em bêjin ew berdefkên serokwezîrê Îraqê, baştir bû, beriya xwe nîşan bidin û jiberxwe daxuyaniyên bêbingeh û bêserûber yên bi wî awayî bidin, pirsiyarekê ji aliyên peywendîdarên wezareta samanên xwezayî bikin daku hijmarên rasteqîne yên hinardekirina nefa Herêma Kurdistanê bi destbixin.

Rudaw
Top