PYD li dijî pêşniyar û pirojedestûra ENKSê ye
Zilhêzên cihanî û herêmî bo çareseriya qeyrana Sûriyê danûstendinan dikin û tê çaverêkirin ku di hefteya dahatû de Tirkiye û Rûsya rejima Sûriyê û opozîyona Sûriyê li paytextê Kazakîstanê li Astanayê kom bigîhînne hev. Li Rojavayê Kurdistanê jî nakokiyên ENKS – PYDê dîsa zêde bûne. ENKS û PYD demeka dirêj e lihev nakin û ji kiryar û siyasetên hev du aciz in. Lê rûdanên dawî vê aciziyê û aloziyê kûrttir kirine. Herî dawî Encûmena Niştimanî ya Kurd ya li Sûriyê (ENKS) dest bi amadekarina destûrekê kir. ENKSê heta niha bi awayekî fermî ew destûra xwe ranegihandiye. Heta niha xal û naveroka pêşnûmaya destûrea ENKSê nayê zanîn. Lê ligor zanyariyên ku heftenameya Basê ji çavkaniyan bi dest xistine pêşnûma ji 115 xala pêk tê û pisporên almanî û swisî jî alîkariya ENKSê dikin.
Serokê ENKSê Îbrahîm Bro û Endamê Serkirdayetîya PYDê Ebdo Sîhanok derbarê nakokiyên aliyan de bersiva pirsên Basê dan.
Serokê ENKSê Îbrahîm Bro: Em dixwazin Sûriyê dewleteka federal be
Serokê ENKSê Îbrahîm Bro di destpêka axaftina xwe de derbarê pêşnûmaya destûra bingehîn de axivî û diyar kir ku wan vê reşpêlekê jibo sibêroja herêma kurdî amede dikin. Ew niha ti destûrekê dernaxînin. Ew tenê dixwazin ku weke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê projeyeka wan hebe. Ew dixwazin Sûriyê dewleteka federal be. Jiber rewşa Sûrî û nakokiyên ku di navbera pêkhatiyên mîleta Sûrî de çê bûne, Sûriyê dewleteka federal be, dê baştir be. Herêma Kurdistana Sûriyê jî weke herêmeka federal di nava vê de cih bigre.
Bro derbarê pêşnûmayê de hin zanyarî bi heftenameya Basê re parve kir û got: “Me vê projeyê bi alîkariya hin pisporên almanî, swîsî û civakê re çê kir. Me bingeha destûrê amede kir û aniha jî em dê serlêdanê nêrinên siyasetmedar, hiqûqnas û xelkê xwe bikin ku jibo pêşxistina projeyê alîkariya me bikin. Divê ez vê bibêjim ku ev nabe destûr; dibê proje. Jibo bibe destûr, divê di nav mîllet da hilbijartin çê bibe. Heta ku hilbijartin çê nebe, nabe destûr. Heger pêkhatetên kurdî û dewletên navneteweyî bixwazin em dikarin nêrînên xwe yên derbarê Kurdistana Sûriyê bi wan re parve bikin.”
Bro armanca projeyê jî nirxand û aşkere kir ku ew li derve û hundirê Sûriyê liser vê meseleyê dê civînan pêk bînin. Piştre ew dê li gor civîn û danûstendinan hinek guhertinan bikin. Lê divê berê hemû endamên ENKS qebûl bikin. Heke bê qebûl kirin, êdî ew dikarin bibêjin jibo rêveberina Kurdistana Sûriyê projeya ENKSê heye.
Biro derbarê nerazîbûnên jî axivî û da zanîn dema ku weke pêşnûma liser çapemeniyê belav bû (ku wan ranegihandibû) ew bi hin nerazîbûnan rûbirû hatine û ew kes dibêjin ku sînorên Herêma Kurdistan bi awayeka baş dehatiye zelal kirin. Hin jî dibêjin jibo çi navê Efrînê di projeyê de nehatiye dayîn. Baweriya wî wilo ye. Lê Wan Efrîn jî têda danîye. Wan seranserê sînorên herêmê heta Tirkiyê, ji Derîkê heta Efrînê Herêma kurdî diyar kirine.
“PYD endamên me azad bike em ê pê re nûnên”
Hewiha Îbrahîm Bro bal kişand ser nerazîbûnên PYDê yên derbarî destûrê jî de û wiha axaft:”Bi Xweserîya Demokatîk re ti danûstendin û pêwendiyên me tune ne. Jiber ku her wext yek alî kar kirine. Yan din jî jibo projeyên kurdî qet nexebitîne. Heger di navbera me de têkiliyên siyasî û danûstendin tune bin, tenê jibo vê ti wate tune ku em civîn pêk bînin. Em dikarin herêma xwe ji aliyên siyasî, leşkerî û rêveberî vê bi rê bibin; ne tenê em projeyekê daynîn. “
Ji aliyê din vê Bro sibêroja destûrê jî nirxand û rave kir ku ew bi tena serê xwe nikarin arişeyên Kurdistana Sûriyê bikin. Ew jibo mîletê kurd taybetmendiyekê dixwazin.
Bro di dawiya axaftina xwe de danûstendîn û siyaseta Xweserîya Demokratîk nirxand û got: “Heta Xweserîya Demokratîk şaştîyên xwe fêm nekin û ji vê siyaseta xwe venegerin û endamê me bernedin, em dê bi wan re danûstendinan nekin. Ji aliyê din dijî ENKS û xelkê gelekî şaştî kirine. Divê em vê qebûl bikin.”
Endamê PYDê Ebdo Sîhanok: Kiryar û gotinên ENKSê hev nagirin
Endamê PYDê Ebdo Sîhanok nerazîbûnên PYDê yên derbarê reşnivîsê ENKSê de axivî û ragihand ku ENKS bi daxuniyekê, xwe ji hemû meseleyan kişandiye. Piştî 3-4 rojan peymaneke civakî ku navê kirine Destûra Îqlimê Kurdistanê Sûriyê derxistine. Niha herdu kiryar û gotinên ENKSê li hev nagirin. Di destpêkê de gotin: “Me tiştekî wisa çê nekiriye û karmendên me çê kirine.” Li gor nêrina planaka din çê kirin û xwastin serê hemûkesî tevli hev bikin û projeya Federaliya Demokratîka Bakurê Sûriyê ji holê rakin. Ebdo Sîhanok jî bal kişand ser vexwendina ENKSê û aşkere kir ku jibo civîn û sibêroja rojavayê Kurdistanê ENKS hatibû vexwendin û ev vexwendin hîn jî berdewam e. Wan di kongreya xwe ya dawî de jî tekez kiriye ku lihevhatineka kurdî jî bibe liser esasê Xweserîya Demokratîk, federal û sîstema sibêroja Sûriyê ye. Em bi awayekî cidî li meseleyê dinêrin; ne weke meseleyeka propagandayî.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva PYDê da!
Di heftaya çûyînê de dihat gotin ku firokên asmanî yên Tirkiyê Kantona Cizîrê bombebran dike. Piştî vê bûyerê Desteya Berevanî û Parastina Kantona Cizîrê di nava hefteyê de daxuyanik belav kir û di daxuyaniyê de diyar kirin ku di nava 3 mehan de firokên asmanî yên Tirkiyê ji sînorê Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê bûne û çend caran baragahên leşkerî yên li gundên Til Elo û derdora wê bombebaran kirine. Herwiha ew fîroke liser sînorê başûrê Kurdistanê ve derbasî rojavayê Kurdistanê bûne.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyeka nivîskî nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Duhî daxuyaniyeka bi navê Desteya Berevanî û Parastina Xweserîya Demokratîk ser bi PYDyê ku navê Kantona Cizîrê jê ra hatiye danan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar dike û dibêje ku roja sê vê mehê çend balafirên cengî li binkeyeka serbazî ya hewayî li Herêma Kurdistanê rabûne û devera Til Elo ser bi Cizêrê bomberan kirine. Em bi redkirina ser û binê vê daxuyaniyê ku tenê cihê pêkenîn û nîşaneya asta nexweşiya nivîskarên vê ye, dibêjîn; diyar e cemaeta bi navê Kantona Cizîrê xewn dîtine.”
Karîkatûrîst Dijwar Îbrahîm nakokîyên PYD – ENKSê yên liser destûrê xêz kiriye. Di vê karîkatûrê de Îbrahîm pozisyona ENKSê, PYDê û rejima Beşar Esad destnîşan kiriye
