• Sunday, 22 February 2026
logo

Civîna Barzanî û Joe Biden bi dawî bû

Gulan Media January 17, 2017 Nûçe
Civîna Barzanî û Joe Biden bi dawî bû
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kevana Korbenda Davosê de bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiya.

Peyamnêra Rûdawê li Davosê Ala Şalî ragihand, civîna Barzanî û Biden saet 16:00 li gorî dema Hewlêrê dest pê kiriye.

Ala Şalî ku li cihê Korebenda Davosê ye, da xuyakirin, ku civîna navbera Barzanî û Biden saetekê dom kir û saet 17:00 li gorî dema Hewlêrê dawî bi civîna navbera her du serkirdeyan hat.

Li gorî zanyariyên peyamnêra me, Barzanî û Biden di vê hevdîtinê de, derbarê şerê li dijî DAIŞê, pêşhat û rewşa herêmê û herwiha pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de gotûbêj kirine.

Peyamnêra me got, biryar e Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê naveroka civînê ji medyayan re aşkere bike.

Biryare îro Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Norwêjê Borge Brende jî hevdîtinekê pêk bîne.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li gel Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte û çend berpirsên din ên welatên cîhanê bicive, lê belê hêj dema hevdîtinan nehatiye aşkerekirin.

Rudaw
Top