• Sunday, 22 February 2026
logo

Pêngava serxwebûnê li Hewlêrê

Gulan Media January 17, 2017 Nûçe
Pêngava serxwebûnê li Hewlêrê
Ajans û medyaya cihanî ji destpêka sala 2017an behsa dîplomasiya Herêma Kurdistanê dikin. Di nava du hefteyên derbasbûyî de Serokê Fransayê François Hollande, Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yıldırım, Cihgira Swerokwezîra Hollandayê Lodewijk Asscher, Wezîra Berevaniya Hollandayê Jeanine Hennis, Fermandarê Giştî yê Hollandayê Tom Middendorp, Wezîrê Derve yê Japonyayê Kentaro Sonoura serdana Kurdistanê kirin û digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî civiyan. Ji bilî serdanên bo Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wekî nerîteyekî salane, bi armanca gihandina nêrîn û siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê û herwiha şîrovekirina pêşketinên siyasî û ewlekariyê, digel hemû konsol û serokê nûnertiya welatan ên li Hewlêrê civiya.

Çavdêrên siyasî yên balê dikîşînîn ser dîplomasiya li Hewlêrê destnîşaniyê bi wê çendê dikin ku sala 2017an wê bibe sala serxwebûna Kurdistanê û dîplomasiya balaberz jî nîşaneyên wê çendê ne. Ligor zanyariyên heftenameya Basê ji serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê stendine, wê di Çiriya Peşîn a 2016an de referandûma serxwebûnê bihata pêk anîn, lêbelê Washingtonê Serok Mesûd Barzanî qanihkiriye ku ew wê proseyê bihêlin piştî rizgarkirina Mûsilê. Herwiha Washingtonê bo beşdariya Pêşmergeyan di operasyona Mûsilê de û serdana Serok Mesûd Barzanî bo Bexdayê de navbeynkarî kirine.

Digel dîplomasiya serxwebûnê li Hewlêrê civînên duqolî yên navbera PDKê û aliyên din ê siyasî jî berdewam dikin. Serok Mesûd Barzanî, beriya bi mehekê di peyamekê de bang li aliyên siyasî kir ku nakokiyan çareser bikin û parlementoyê aktvîv bikin. Her bi armanca peyama Barzanî, beriya bi du hefteyan desteya serkirdayetiya PDKê ligel aliyên siyasî kom bû. Ligor zanyariyên hatine bidesxistin civînên YNKê û PDKê serkeftî bi encambûne û herdu aliyan jî biryar liser wê çendê daye ku dîsa vegerin ser rêkeftina stratejîk û bo çareserkirina arîşeyan hevkariyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin.

YNK – PDK desteyeka hevbeş ava dikin

Di nava hefteyê de şanda YNKê ligel şandeke PDKê civiya û di civînê de pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kuridstanê hatine gotûbêjkirin û ragihandin ku ew dê piştgirî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Şanda YNKê di bin Serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Gîştî Kosret Resûl de ligel şandeke PDKê ya di bin Serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de civiya. Di civînê de pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kuridstanê hatine gotûbêjkirin.

Piştî civînê bi navê polîtbûroya her du partiyan daxuyaniyeka hevbeş belav kirin û ragihandin; “di civînê de derbarê pêşxistin û guncandina pêwendiyan gotûbêj hatine kirin. Bi taybetî jî mijarên weke hikûmranî, pêwendiyên kurdistanî, pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên ligel hikûmeta Iraqê û welatên hatine nirxandin.” Polîtbûroyên PDK û YNKê di daxuyaniyên xwe de amaje bi wê yekê jî kirin ku derbarê çareserkirina krîza darayî guftûgo pêkanîne û ragihandin; “piştgirî û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.” Herwiha PDK û YNK aşkere dikin ku di civîna xwe de mijara peydakirina tedbîrên guncaw bo çareserkirina arîşeyan û bi taybet jî mijara çalakkirina parlamentoyê gotûbêj kirine.

Ligorî ragihandinê di civînê de biryar hatiye dayîn komîsyonek bê avakirin, ku nûnertiya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî jî bike, ev komîsyon mijarên weke arîşeyên herêmên 140, referandûm û serxwebûna Kurdistanê yekalî bike.

Di şanda PDKê de Nêçîrvan Barzanî, Fazil Mîranî, Îzedîn Berwarî, Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Dr. Roj Nûrî Şawês, Kakemîn Necar û Dilşad Şehab cih girtibû. Di şanda YNKê de Kosret Resûl, Mele Bextiyar, Omer Fetah, Qadir Hemecan, Sedî Ehmed Pîre, Rizgar Elî, Erselan Bayîz, Cefer Şêx Mistefa cih girtibû.

Pispor û rojnamegerên Herêma Kurdistanê balê dikşînin ser civîna YNKê -PDKê û amaje bi wê yekê jî dikin ku rêkeftina YNK û Goranê jî ber bi proseya hilweşînê ve dihere lewre YNK jî bawerî bi wê çendê aniye ku dikare ligel PDKê arîşeyên siyasî, darayî yên Herêma Kurdistanê çareser bike.

Wê serxwebûn bê ragihandin

Cafer Emînkî Cihgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê û Endamê Serkirdayetiya PDKê derbarê danûstendinên PDKê ligel aliyên siyasî ji heftenameya Basê re ragihand ew liser pêşniyaza Serok Mesûd Barzanî danûstendinê dikin bi hemû aliyan re û ew di wê baweriyê de ne wê hemû alî liser berjewendiyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dîsa vegerin Parlamentiya Herêma Kurdistanê. Emînkî destnîşaniyê bi wê yekê jî dike ku aniha ew kar liser çarenûsa millletê kurd dikin û wê gelê kurd îsal biryarê liser çarenûsa xwe bide.

Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê jî derbarê dîplomasiya Herêma Kurdistanê de ji heftenemaya Basê re ragihand ku wan hertim hewl daye pêwendiyên baş durist bikin ligel hemû welatên herêmî û welatên rojava. Ew ti carî jibo ti welatan nebûne metirsî û azmûna wan a 25 salan jî îsbata wê çendê ye. Hewramî di beşeka din a axaftina xwe de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û îdareya Donald Trump Serokê Amerîkayê jî kir. Hewramî da zanîn ku piştî hilbijartinên Amerîkayê desteyeka balaberz a Kurdistanê serdana Washingtonê kiriye û serkeftin ji kadirên Trump re xwestiye û wezîr û berpirsên nû yên îdareya Amerîkayê jî piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê dûpat kirine. Derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê jî de Hewramî wiha dibêje;” milletê me doza mafê çarenûsa xwe dike û em kar liser çarenûsa milletê xwe dikin. Dê serxwebûna Kurdistanê di demeke nêzde bê ragihandin.

Mesrûr Barzanî: Hêvîdarim em bêjin Amerîka jî dostê kurdan e

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku serperiştiya şerê dijî DAIŞê dike, derbarê şerê DAIŞê, dîplomasiya Herêma Kurdistanê de ji kanala FoxNews a Amerîkayê re axivî. Barzanî peyamek pêşkeşî rêveberiya nû ya Amerîkayê kir û ragehand, ‘’hêvîdarim ji naha û pê de em bikarin bibêjin ji derveyî çiya, Amerîka jî dostê me ye.’’

Liser pirseka pêşkeşvanê bernameya çîrokên şer de; Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’em daxwaz ji rêveberiya nû ya Amerîkayê dikin, qurbanî dana me kurdan li ber çavan be. Jibo ew bîr û bawerî û nirxên ku xelkê Amerîkayê rêz lê digre me qurbanî dane. Baweriya me bi azadî, demokrasî, rêz girtina mafê mirovan, azadiya olî û pêkvejiyanê heye, jibo wê jî giringe Amerîka piştevaniyê li Herêma Kurdistanê bike.’’ Derbarê dostayetiya kurd û hêviya xelkê Kurdistanê ya bi Amerîkayê de jî Mesrûr Barzanî got: ‘’gotineke kevin heye ku dibêje kurd derveyî çiya ti dostekî wan tuneye, ez hêvîdarim ji naha û pê de em bikarin bibêjin dervey çiya Amerîka jî dostê kurdan e.

Basnews
Top