• Sunday, 22 February 2026
logo

Dewleta yasa dixwaze bi piraniya dengan ve erkên wezîrtiyên kurd tejî bike

Gulan Media January 17, 2017 Nûçe
Dewleta yasa dixwaze bi piraniya dengan ve erkên wezîrtiyên kurd tejî bike
Endameke encûmena nûnerên Iraqê amaje bi vê dike, ku dewleta yasa dixwaze bi piraniya dengan ve, proje yasayên li encûmena nûnerên Iraqê derbas bike.

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Îslam Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dewleta yasa dixwaze bi rêya piraniya parlamentoyê ve proje yasayan derbas bike, ji wan jî pirsa budceya Kurdistanê û budceya siyasî û li ser hin pirsên din bi aşkerayî ragehandine ku wan karane wê bi dengên piraniyê ve derbas bikin.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Di pêkhateya encûmena nûnerên Iraqê de behs li wê hatiye kirin ku divê proje yasayan bi awayê li hevkirina di navbera aliyan ve dê pêkbê, ne ku aliyeke siyasî xwe li ser aliyê din ferz bike.’’

Wî parlamenterê kurd amaje bi vê jî kir, naha dewleta yasa li ser pirsa tejîkirina erkên kurd li encûmena nûnerên Iraqê pêdaçûnê dike ku divê ‘’tejîkirina wan erkên wezîrtiyê yên beşa kurdanin, bi piraniya deng ve li parlamentoyê dixwazin derbas bikin ku ew jî dijî rêkeftina siyasî ye.’’

basnews
Top