HSD: Di qonaxa duyem de 2480 k.m çargoşe hate rizgarkirin
HSDê îro konferanseke rojnamegerî li rojavayê Reqayê lidar xist. HSDê ragihand, ji destpêka operasyona kontrolkirina Reqayê ve derdora 2 hezar û 500 çekdar ji pêkhateyên navçeyê tevlî wan bûne û ji aliyê hêzên wan û Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine perwerdekirin.
Berdevka Operasyona Reqayê Cîhan Ebdula di konferansê de got: “Me rûbera 2 hezar û 480 k.m çargoşe rizgar kir, ku me tê de 196 gund û bi dehan zevî û girên stratîjîk û keleha Ceberê ya dîrokî kontrol kirin.”
Ebdula got jî: “Bi vê yekê rûbera ku ji destpêka operasyona kontrolkirina Reqayê ve 3 hezar û 200 k.m çargoşe hatiye rizgarkirin. Bi tevahî 236 gundan li xwe digire. Herwiha bajarê Reqayê jî ji aliyê bakur û rojava ve hatiye dorpêçkirin.”
Ebdula diyar kir, ku heta niha 620 teroristên DAIŞê hatine kuştin, ku termê 115 çekdarn di destê wan de ne û 18 çekdarên DAIŞê jî dîl di destê hêzên wan de ne. Herwiha hejmarek mezin ji cebilxane û teqemenî ketine dest wan de.
Ebdula diyar kir, ku bêhtir ji 40 otombîlên bombebarkirî ji berî bigihin armancên xwe ji aliyê wan û Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine rûxandin.
HSDê amaje bi wê yekê kir, ku bi hezaran xelkê sivîl rizgar kirine û piştî rizgarkirina gundên wan, careke din sivîl vegeriyan cih û malên xwe.
Berdevka Operasyona Reqayê Cîhan Ebdula di konferansê de aşkere kir ku, di qunaxa duyemîn de 42 şervanên wan şehîd bûne, ku 3 şervan ji nava wan biyanî bûn, yekî Brîtanî, yekî Amerîkî û yekî Kanadî bûn û bi awayekî xwebexş tevlî HSDê bûbûn.
Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina bakurê Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. Roja 10 Berçileya 2016an jî qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê dest pê kir.
K24
