• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hemahengî di navber Kurdistanê û Amerîkayê de pêwîstiyeke girîng e

Gulan Media January 17, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hemahengî di navber Kurdistanê û Amerîkayê de pêwîstiyeke girîng e
Îro Şêwermendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di pêşewazîkirina kongirêsmenê Amerîkayê, Adam Sciff de ragahand ku beşdariya aktîf ya Amerîkayê di qada siyaseta deverê de beşeke li çareseriye û dibe temeleke girîng li seqamgirî û tekoşîna dijî terorê de li navçê de.

Li gor daxuyaniya Encûmena Aasayişa Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de gotûbêj li ser berfireh kirina hevkariyan û operasyona azadkirina Mûsilê û pêşeroja peywendiyên di navber Hewlêrê û Bexdayê de hatiye kirin û tekezî li ser berdewamiya peywendiyên bihêz di naveber Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hatiye kirin.

Li ser vê yekê Mesrûr Barzanî amaje bi rolê Amerîkayê wek temeleke ji bo çareserî û seqamgiryê da zanîn û got ku:”Alîkarî û hemehengiya zêdetir li navber Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, di dariştina pêşeroja deverê de pêwistiyeke girîng e.

Jı aliê xwe ve Adam Schiff pêzanîna xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan li şerê dijî terorê de anî zima û diyar kir ku:”Ez dixwazim spasiya we bikim ji bo beşdarbûn û hevkarî kirina we li tekoşîn û nehêlana terorê de,ji ber ku rola we gelek bibandor û sûdbexş e.

Herwaha bilî tekezî li ser piştevanî xwe ji bo mafê gelê kurd soza zêdekirina alîkarî û piştevaniya Amerîkayê li ser doza Kurdan de da û got ku:”Di nav Kongirêsê de hejmarek zêde endam hene ku hevsozê Kurdanê û Kurdan yek li hevpeymanê nêzîkî Amerîkayê di deverê de dizanin.”

Basnews
Top