PYDê rê dide hêzên Esed, lê nahêle pêşmergeyên Rojava vegerin
Nûrî Birîmo bo malperê fermî yê partî got: pêşmergeyên rojava, her ji destpêkê ew amadebûn, bergirîyê ji xelkê rojavayê Kurdistanê bikin, lê PYDê rê nadin vegerin ser malên xwe û bergirîyê ji axa xwe bikin, di demekî da ku desthilata PYDê, rê bi hêzên rejîma Beşar Esed û hêzên din yên Ereb daye û bi azadî li rojava hatuçûnê dikin.
Got jî: pêşmergeyên rojava, madem weku hêzekê hatine rêxistin, rojekê dê her vegerin rojava û bergirîyê ji wê parça Kurdistanê bikin.
War.tv
