Amerîka dixwaze Kurdistana Rojava ji bin hejmoniya PKKê derxîne
Heftenameya Bas, ku hejmara wê ya nû îro derket, li ser zarê çavkaniyekî taybet ragihandiye, serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di serdana xwe ya vê dawiyê de bo Hewlêrê, ji Serok Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re gotiye ku ti kêşeya Tirkiyê bi kurdan re nîne, mînaka wê jî dostaniya navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ye. Yildirim her wiha gotiye, Tirkiye wisa li kurdên Sûriyê jî dinêre, tenê kêşeya Tirkiyê, PKK ye.
Wî jêderî her wiha daye zanîn ku serokwezîrê Tirkiyê bi rêya Barzanî peyamek ji kurdên Kurdistana Rojava re şandiye û ji wan re gotiye ku eger ew xwe ji PKKê dûr bixin û nebin dûvka PKKê, Tirkiye amade ye bi wan re rûnê û wan wek pêkhateyek girîng li Sûriyê bibîne.
Li gorî heftenameya Bas, PYD û rêveberiya Rojava niha mijûlî gotûbêjkirina wê peyama Bînalî Yildirim in, çimkî Amerîka jî heman daxwaz ji kurdên Sûriyê kiriye û ji wan xwastiye xwe ji PKKê dûr bixin.
Heman jêderî aniye ziman ku Amerîka hişyarî daye PKKê û jê re gotiye, ew qebûl nakin PKK dosyaya kurdên Sûriyê wek kartekê li dijî Tirkiyê bikar bînin.
Li gorî agahiyên wî jêderî, rêveberiya PKKê jî niha li ser wê peyama Amerîka gotûbêj dike û di nav PKKê de ev nêrîn derketiye holê ku divê kurdên Sûriyê bixwe derheqê qedera xwe de biryar bidin ne PKK.
Çavkaniyê Bas daye zanîn ku faktora kirîtîk ya ku bûye sebeba wê yekê ku PKK di piratîkê de xwe dûrî kurdên Rojava bixe, alîkariyên Amerîka bo YPG ye çimkî eger PKK xwe ji wan dûr nexe wê çaxê Amerîka li hember Tirkiyê rûreş dibe.
Di raporta Basê de hatiye ragihandin ku Amerîka û Tirkiye li ser vê yekê hemfikir in ku Barzanî dikare rolek siyasî û girîng di hevgirtina kurdên Sûriyê de bilîze û bi vî rengî ew ji bin hejmoniya PKê bên derxistin.
Endamê rêveberiya PDK-Sê Kawe Azîzî jî ji Basê re gotiye, kurdên Sûriyê dixwazin xwe ji bin hejmoniya PKKê rizgar bikin, çimkî kurdên Sûriyê dîtin êdî PKK nikare tiştekî ji wan re bike û heta peyva Rojava jî di nav sîstema rêveberiya Kurdistana Sûriyê de derxist.
Kawe Azîzî her wiha gotiye, Amerîka bi rêxistinekî re ku navê wê di lîsteya terorê de be, kar nake, ew girîngiya ku Amerîka dide Rojava ji ber pêgeha Rojava û kurdan e. Amerîka kurdan wek hevpeymanê xwe dibîne.
Wî siyasetmedarê Rojava daye xuyakirin ku PKKê xwe daye aliyê rêjîma Sûriyê ew jî tê wateya dijîtiya berjewendiyên Amerîka û Îsraîl. Ji ber wê jî Amerîka ji PKKê aciz e. Li gorî Kawe Azîzî, êdî şert û merc wisa dixwazin ku kurd xwe ji bin hejmoniya PKKê derxin. Amerîka û Tirkiye û hêzên hevpeyman jî êdî hejmoniya PKKê naxwazin. PKK xwedan pêgeheke xurt nîne tenê xwe bi ser xelkê de sepandiye.
Basnews
