• Sunday, 22 February 2026
logo

Êrişkarê şeva sersala li Stenbolê hat girtin

Gulan Media January 17, 2017 Nûçe
Êrişkarê şeva sersala li Stenbolê hat girtin
Êrişkarê şeva sersalê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, Abdulkafir Masharipov hat girtin.

Hat ragihandin, kesê bi navê Abdulkadir Masharipov ku di şeva sersala 2017ê de êrişî bara Reina ya li bajarê Stenbolê kiribû û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dabû, li Stenbolê hatiye giritn.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ragihandin, ku şeva duşemiyê 16ê Çileya 2017ê li devera Esenyurt a Stenbolê operasyonek bo girtina kesê êrişkarê şeva sersalê pêk anîn.

Li gorî wan agahiyan, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di encama wê operasyonê d, karîne kesê bi navê kod Ebû Muhemed Xurasanî û navê resen Abdulkadir Masharipov desteser bikin.

Hat zanîn, piştî kontrolkirina rewşa tendirustiya wî, hêzên ewlehiyê Masharipov ber bi Rêveberiya Asayişê ve veguhastin.

Şeva sersalê li bajarê Stenbolê êrişeke çekdarî bo ser bara Reina pêk hat û di encamê de 39 kes hatin kuştin û 69 kes jî birîndar bûn.

Piştî lêkolînan û bi rêya dîmenên kamêrayên çavdêriyê, wêneyê kesê êrişkar hat naskirin û Polîsê Tirkiyê ji hinge ve heta niha di hewldanê de bû, ku wî kesî bigire.

Rudaw
Top