Amerîka ‘mezintirîn konsulxaneyê’ li ser asta cîhanê li Başûrê Kurdistanê vedike
Amerîkayê di Sibata sala 2007ê de bo yekemîn car nûneratiya xwe ya dîplomatîk li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê vekir û di sala 2011an de asta pêwendiyên xwe li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilindtir kir û asta nûneratiya xwe ya li Hewlêrê bo Konsulxaneya Giştî bilind kir.
Di yekemîn gotara Serokê Amerîkayê Barack Obama ya derbarê şerê li dijî DAIŞê de, Hewlêr a paytexta Başûrê Kurdistanê weke “xeta sor” a Washingtonê hat binavkirin. Her ji ber wê jî Amerîkayê hevpeymanîtiyek navdewletî li dijî DAIŞê ava kir, û nehişt ku destê DAIŞê bigihîje Hewlêrê.
Amerîka tenê bi wê yekê nesekinî û niha li bajarê Hewlêrê dest bi projeya avakirina yek ji mezintirîn baregehên dîplomatîk ên xwe li derveyê Amerîkayê kiriye, bi wê yekê Washington xeta sor a xwe zêdetir tîne ber çavan.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa aşkere kir: “Di serdema Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê berê yê li Hewlêrê Matius Mitman de, nexşeya çêkirina avahiya dîplomatîk a Amerîkayê li Hewlêrê pêşkêşî me hat kirin û me jî îmza kir.”
Felah Mistefa behsa têkiliyên navbera Hewlêrê û Washingtonê dike û dibêje:
“Amerîka tenê îro nîne, ku pêwendî li gel Herêma Kurdistanê heye, belku ji sala 1991an de Amerîkayê roleke berçav hebûye di danîna xîmê ewa ku niha Herêma Kurdistanê bi dest xistiye.”
Avakirina avahiya konsulxaneyê li Hewlêrê ji aliyê Amerîkayê ve û bi wê mezinatiyê, dibe duyemîn avahiya baregeha dîplomatîk a Amerîkayê li derveyî welat, ew jî piştî avahiya Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tê, ku li ser rûberek bi berfirehiya 42 hektaran (420 hezar metrên çar goşe) hatiye çêkirin û mezintirîn balyozxane li tevahiya cîhanê ye.
Avahiya Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê, ji aliyê 4 kompaniyên amerîkî û çend kompaniyên navxweyî yên Kurdistanê tê avakirin.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, ku rûberê wê bi qasî rûberê dewleta Vatîkanê ye, di meha Gulan a sala 2009an de hat vekirin û 750 milyon dolar bo avakirina wê hatiye xerckirin.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa dibêje: “Dema ku di sala 2014ê de, gefa DAIŞê nêzîkî Kurdistanê bû, Amerîka bo lêdana DAIŞê hate pêş û pabendbûna xwe bi parastina Kurdistanê nîşan da.”
Amerîkayê berî DAIŞê bi çavekî taybet berê xwe dida Kurdistanê. Felah Mistefa di wê baweriyê de ye, ku ew helwest û nêrîna Amerîkayê li hember Kurdistanê dê berdewam be.
Li ser wê yekê Felah Mistefa dibêje: “Hewlêr niha jî ji bo Amerîkayê xeta sor e, çimku wan bawerî bi pêşeroja Kurdistanê heye. Pêwendiyên navbera kurd û Amerîkayê jî berhema şev û rojekê nebûye.”
Ji bilî warê dîplomatîk, Amerîka di aliyê serbazî de jî li Başûrê Kurdistanê amade bûye û ew amadebûna xwe nîşan daye. Bi hatina DAIŞê, Amerîkayê binkeya leşkerî li Kurdistanê daniye.
Felah Mistefa ku agahdarê hûrgiliyên hewlên Amerîkayê li Başûrê Kurdistanl ye, ji Rûdawê re got: “Heta ku gefa terorê hebe, binkeya serbazî ya Amerîkayê dê li vir bimîne, gefa terorê jî bi rojek û du rojan dawî pê nayê.”
Heta niha 30 konsulxaneyên fermî li Herêma Kurdistanê hene, herwiha 6 konsulxaneyên fexrî û 6 ofîsên nûneratoyên bazirganî jî li Herêma Kurdistanê hatine vekirin. Herî dawîn jî Konsulxaneya Giştî ya welatê Japonê li Hewlêrê hat vekirin, ku di roja 11ê Çileya 2017ê û di çarçoveya serdana Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura bo Kurdistanê hatibû vekirin.
Vekirina ew hemû baregehên dîplomatîk û navdewletî li Herêma Kurdistanê, bûye sedema acizbûna cîranekê Kurdistanê ku ew jî welatê Îranê ye.
Fermandeyê Supaya Beyt El-Muqedes a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Husên Recebî, ku baregeha wê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di çend rojên bihorî de nîgeraniya welatê xwe li hember zêdebûna hejmara konsulxaneyên welatên biyanî li Başûrê Kurdistanê anîbû ziman û weke hewl ji bo têkdana asayiş û ewlehiya Îranê bi nav kiribû.
Mihemed Husên Recebî gotibû: “Vekirina zêdetir ji 30 konsulxaney û nûneratiyên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê tiştekî sirûştî nîne, piraniya wan konsulxaneyan bo karê sîxûrî tên bikarbirin.”
Ew helwesta berpirsê leşkerî yê Îranê, rastî berteka tund a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat û hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hme jî Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê bi du daxuyaniyên cuda, gotinên wî berpirsê leşkerî yê Îranê red û şermezar kirin.
Felah Mistefa di bersiva gotinên wî fermandeyê leşkerî yê Îranê de gotibû:
“Em li hember ewlekariya ti welatekî nebûne gef. Pêşeroja me jî selmandiye, ku em di siyaseta xwe de vekirîne, nebin parçeyekê pozberiya li herêmê û cîhanê. Em dixwazin welatên din jî pirsgirêk û nakokiyên navbera xwe veneguhezine Kurdistanê. Ji ber ku armanca gelê Herêma Kurdistanê aramî, aştî û xweşbextî ye.”
Felah Mistefa herwiha got: “Em nebûne gef li ser ti welatekê, dîrokê jî e wyek îsbat kiriye. Em di siyasetê de vekirî ne û em nabin beşek ji ti milmilaniyên herêmî û cîhanî. Em dixwazin eger welatan jî her arîşe û rikeberiyek hebin, nevgeguhêzin bo nav Herêma Kurdistanê.”
Avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê çi qas mezin e?
Li gorî agahiyan, bo avakirina bînaya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, 600 milyon dolar dê were xerckirin û ew konsulxane dê li ser rûberê 20 hektaran ku dike 200 hezar metrên çar goşe û li ser Hewlêr-Şeqlawe tê çêkirin.
Avahiya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê, ji avahiya Balyozxaneya Amerîka ya li Yerîvan a Ermenistanê, ku duyem mezintriîn balyozxaneya wî welatî ye, mezintir e.
Heta niha avahiya Konsulxaneyên Amerîkayê ya li bajarê Ciudad Juarez ê Meksîkê ye ku avahiyeke 4 qatî ye û bo avakirina wê 66 milyon dolar hatiye xerckirin. Ew avahî di sala 2008an de hatiye vekirin û 300 karmend tê de kar dikin.
Rudaw
