• Sunday, 22 February 2026
logo

PKKe hewla avakirina îdareyeke xwebirêvebir li Şingalê dide

Gulan Media January 17, 2017 Nûçe
PKKe hewla avakirina îdareyeke xwebirêvebir li Şingalê dide
PKKe hawla vê yekê dide ku li Şingalê îdareyeke xwebirêveber ava bike û Serokê Encûmena bajarokê Şingalê vê yekê bi hewleke Iraqî dizane.

Duh 15.01.2017ê Encûmena avadakiria Şingalê ku encûmeneke siyasî ser bi PKKê ye, di daxuyaneiyekê de diyar kir ku kar dike ji bo avakirina Encûmeke xwebirêveber li bajarê Şingalê de.

Li ser vê babetê Serokê Encûmena bajarokê Şingalê, Weys Neyîf ji bo BasNewsê ragehand ku:”Ev karê tê kirin midaxeleya hikûmeta Iraqê ye ku dixwaze bi vê yekê aloziyê li deverê de çê bike.”

Wî berpirsî herwaha got ku:”Hemû ew hewlên ku li Şingalê tê dayîn, derveyî yasayê ne û dibe cihê dilgiraniya xelkê Şingalê û her hewlek li derveyî îdareya Şingalê bête dayîn na rewaye û ne yasayî ye.”

Nayîf ev yeke jî bo BasNewsê ragehand ku:”Li 2003ê ve heta niha ti hilbijartinek li bajarokê Şingalê nehatiye kirin lê belê heta niha rewatiya îdareyê wek xweye û ew îdareye barjêr birêve dibe. PKKe û hinek alî dixwazin li bajarokê Şingalê kantonê ava bikin lê belê em rê nadine wan.

Basnews
Top