Serok Barzanî bi serdanek berev Ewrupa birêket
Li serdanê da Serok Barzanî, beşdariya Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos dike ku li rojên 17. heta 20 ê vê mehê li Siwîsre birêve diçê û li çarçoveya korbendê da komek hevdîtinan li gel serkirdeyên beşdarbûyan da encam dide.
Birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li vê serdanê da şanda li gel Serok Barzanî pêktînîn.
