• Sunday, 22 February 2026
logo

ŞERÊ MÛSIL – Çekdarên DAIŞê bi birsî li kolanan mane

Gulan Media January 16, 2017 Nûçe
ŞERÊ MÛSIL – Çekdarên DAIŞê bi birsî li kolanan mane
Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona Mûsilê de hewla kontrolkirina Mezargeha Nebî Yûnis dide, ku ev der cihekê stratejîk e. Hevdem çekdarên DAIŞê li taxên Dergezlî û Feyseliyê hatine dorpêçkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand, ku demjimêr 07:00ê îro danê sibê (16-01-2017), Artêşa Iraqê li taxên Dergezlî, Feyseliye û Nebî Yûnisê dest bi êrîşê kirin.

Mezargeha Nebî Yûnis ciheke stratejîk e

Peyamnêrê me diyar kir; “Li Mûsilê du mizgeftên stratejîk hene. Yek ji wan li aliyê rojavayê bajêr e ku di dema dagirkirina DAIŞê de Ebûbekir Bexdadî li wir xelîfetiya xwe ragihand. Ya duyemîn jî Mezargeha Nebî Yûnis e ku dikeve navenda bajêr û çekdarên DAIŞê di 2014ê de ev mizgeft teqanidbûn. Ev migeft dikeve naverastê bajêr.”

Hêvîdar Ehmed da zanîn, ku îro danê sibê firokeyên şer bi tundî çekdarên DAIŞê li derdora Nebî Yûnis bombebaran kirine û niha jî şer û pevçûneke dijar li vê taxê heye.

Li gorî gotina peyamnêrê me hêzên Dije Terora Iraqê li vê taxê operasyonê dikin û hejmareke zêde yê kuştî û birîndarên DAIŞê hene.

DAIŞî birsî ne

Peyamnêrê me got; “Hemwelatiyên Mûsilê ji me re gotin, çekdarên DAIŞê li deriyê me dane û lawa kirine, ku em parçeyek nan bidin wan. Herwiha çekdaran gotine, em şer nakin, artêş bê em ê vekişin. Ji vir cihê reva wan nemaye, pişta wan av e. Eger şer jî nekin dê ji aliyê DAIŞê ve bên serjêkirin. Artêşa Iraqê di qonaxa duyemîn a operasyonê de, ji destpêka sale heta niha herêmeke berfireh kontrol kiriye.”

Fermandarên iraqî jî dibêjin, bi kontrolkirina Nebî Yûnisê dê DAIŞ darbeyekî mezin bixwe. Bi vî awayî dê navçeyeke giring li Mûsilê wenda bike.”
Pira 5emîn jî bûye amanc

Ji aliyê din ve peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemêrê jî ji taxa Temîm a Mûsilê ragihand; “Firokeyên şer li ser esmanên Mûsilê digerin û pêgehên DAIŞiyan bombebaran dikin. Hêzên Dije Terorê dixwazin îro Mezargeha Nebî Yûnis kontrol bikin. Beriya teqandinê rojane bi sedan kesan serdana vê mizgeftê dikirin.”

Peyamnêrê me da zanîn, ku Artêşa Iraqê hewl dide pira pêncemîn a li ser ava Dîcleyê jî kontrol bike. Bi vî awayî dê aliyê rojhilat hemû pirên Mûsilê bikevin bin destê artêşê. Niha tenê 10 tax di bin destê DAIŞê de mane.

Ferhad Dolemêrî daxuyand, ku li taxa Şûrte DAIŞiyan hewl daye otomobîlekê bombebarkirî biteqîne lê otomobîl beriya bigihe armanca xwe hatiye teqandin.

Operasyona Mûsilê roja 17ê Cotmeha 2016ê dest pê kir. Heta niha ji sedî 90ê rojhilatê bajêr ji aliyê artêşê ve hatiye kontrolkirin.

Rudaw
Top