• Sunday, 22 February 2026
logo

John McCain: Pêwîst e rasterast alîkariya Pêşmerge bibe

Gulan Media January 16, 2017 Nûçe
John McCain: Pêwîst e rasterast alîkariya Pêşmerge bibe
Sînatorê Komariyên Amerîka John McCain ji K24ê re ragihand, girîng e hin caran Amerîka bi awayekî raserast alîkariyên leşkerî pêşkêşî hêza Pêşmerge bike, ji ber ku li navçê ew hevpeymanê girîng ya Amerîkayê ne.

McCain got: “Di baweriya min de hêza Pêşmerge bi bandortirîn hêz e û di wê baweriyê de me jî ku pêwîstiya wan bi pirçekirin û perwerdeya zêdetir heye û baştir e bi awayekî rasterast alîkariya wan bê kirin.”

Herwiha McCain got jî: “Gelekî girîng e Amerîka alîkariya leşkerî bide Kurd û Pêşmerge, ji ber ku Herêma Kurdistanê yek ji hevpeymanên girîng in li navçê.”

K24
Top