Xercên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sedî 70 kêm bûne
Di destpêka sala 2016ê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi armanca zêdekirina dahatan û kêmkirina xercan, herwiha kêmkirina bandora krîza darayî biryar da hinek guhertinan bike. Hinek ji wan guhertinan hatine kirin lê hê jî beşek ji wan maye.
Hikûmetê bernameya çaksaziyê ragihandibû
Di 23ê Çileya 2016ê de, li Hola Sedî Ebdullah a Hewlêrê, di workşopekî de çaksazî û guhertinên hikûmetê bi amadebûna berpirsên hikûmetê, pisporên darayî û aborî hate ragihandin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wê demê eşkere kir, ku her bermîlekê petrola Kurdistanê bi 20 dolaran tê firotin. Lê niha bûhayê her bermîlekê 40 dolaran e.
Berzanî herwiha ragihandibû, ku li Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek û 400 hezar kes meaşxur in lê 700 hezar kes bi fiîlî kar dikin. Her meh ji bo dayîna meaşan pêwîstî bi 850 milyar dînaran heye. Wê demê dahate mehane ya hikûmetê di navbera 450 heta 500 milyar dînar bû. Lê niha bi bilindbûna nirxê petrolê dahata hikûmetê du car hinde bilind bûye.
Nirxê petrolê bilind bûye
Derbarê vê yekê de Cîgirê Serokê Komîsyona Wize û Samanên Sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şeban ji Rûdawê re ragihand; “Li gorî amaran, eger niha Herêma Kurdistanê her meh 18 milyon bermîl petrolê bifiroşe, pereyê dahata wê dike 804 milyon û 600 hezar dolar. Lê ev pere hemû ji bo hikûmetê namîne. 195 milyon dolar diçe ji bo deynên berî, 94 milyon dolar diçe bo heqdestê şîrketan û 25 milyon dolar jî didin heqdestê banke û guhertina pere. Bi giştî dahat dibe 490 milyon dolar. Ji ber vê yekê hikûmet bi vî pereyî dikare ji sedî 66ê meaşên fermanber û meaşxuran dabîn bike.”
Salek bi ser ragihandina bernemaya çaksaziyên Herêma Kurdistanê re derbas bû û niha mhemwelatî vê pirsê dikin; çend ji van biryaranb hatine cîbicîkirin?
Serokê Navenda Zanyarî û Lêkolînên Stratejîk ên Kurdistanê Dr. Aras Xoşnav dibêje, kar li ser piraniya van biryaran hatiye kirin.
Ji krediyên hemwelatiyan re hêsanî hatiye kirin
Xoşnav behsa encamên çaksaziyê dike û diyar dike; “Kar li ser kêmkirina xerca sazî û dezgehên hikûmetê de hatiye kirin. Xercên hikûmetê ji sedî 70 hatine kêmkirin. Dahata navxwe jî, ji xeynê gumrigan, bi rêjeya ji sedî 25 hatiye zêdekirin. Herwiha, her wezaretekê jî cuda cuda kar li ser zêdekirina dahatên xwe kiriye.”
Biryarekê din ê hikûmatê wergirtina deynên hikûmetên yên ligel şîrketên mezin bû. Dr. Aras Xoşnav dibêje; “Beşek ji van deynan hatine wergirtin. Wergirtina pêşîneyên (kredî) cuda, ku di dema xwe de hemwelatiyan weke deyn ji hikûmetê wergirtibûn, weke pêwîst ne bûye. Ji ber pêkanîn sîstema paşketina meaşan, hikûmetê biryar da, ku fermanberan neçar neke da ku di dema xwe de van pêşîneyan bidin.”
Wezaretan xwe biçûk kirine
Biçûkkirina heykela îdereya wezaretan biryareke din ê hikûmetê bû. Dr. Aras Xoşnav dide xuyakirin; “Piraniya wezaretan di vî warî de karekî baş kirine. Lê dikarin karên din jî bikin. Lê Komîsyona Şefafiyeta Dahatan weke pêwîst karê xwe nekiriye. Ev yek baş e, ku Wezareta Samanên Sirûştî her meh rapora dahatên xwe eşkere dike. Hevdem Komîsyona Guhertina Dahata Pereyê Petrolê, karekî wisa nekirine ku berçav be.”
Biryara herî giran a hikûmetê, rûniştandina sîstema paşketina meaşan bû. Li gel vê biryarê, meaşên mehane ji 870 milyar dînaran dakete 621 milyar dînarî.
Serokê Navenda Zanyarî û Lêkolînên Stratejîk ên Kurdistanê Dr. Aras Xoşnav divê mijarê de jî dibêje; “Hatiye ragihandin, ku ligel zêdebûna dahatên hikûmetê, dê careke din destkariya vê sîstemê bê kirin. Niha dema vê yekê hatiye. Çimkî niha dahata petrolê zêde bûye. Hemû pêşbînî wê yekê didin nîşandan, ku dê meha Nîsana pêş me de, destwerdana sîstema paşketina meaşan bê kirin.”
Rudaw
