• Sunday, 22 February 2026
logo

PDK-Bakur: Em li ser avakirina partiya yasayî biisrar in!

Gulan Media January 16, 2017 Nûçe
PDK-Bakur: Em li ser avakirina partiya yasayî biisrar in!
PDK-Bakur ragihand ku ewm bi biryarên ji bo damezirandina partiya yasayî pabend in.

Meclisa PDK-Bakur roja 14.01.2017 li Amedê bi beşdariya hemî endaman xwe civîna xwe pêkanî.

Rojeva vê civînê bi taybetî li ser xebatên cîbicihkirina biryara Kongreya 11emîn bû.

Meclisa Partiyê biryarên encamên gengeşe û nirxandinên vê civînê bi 6 xalan bi daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand.

PDK-Bakur diyar kir ew bi biryarên ji bo damezirandina partiya yasayî pabend in û ew li ser vî karî bi israr in, daku zûtirîn demê bigihînin dawî.

Biryarên encamên nirxandina civîna Meclîsa PDK-Bakur ev in:

1. Wekî di Daxuyaniya Kongreya 11. de ji raya giştî re hatibû parvekirin, Meclisa Partiyê erkê xwe esasî û sereke cîbecihkirina biryara Kongreya 11. dibîne ku ew jî damezirandina partiya yasayî ye.

Meclisê di van şeş mehan de hemî kar û xebatên xwe bi taybet di vê mijarê de pêkanî. Wekî biryara Kongreya me dabû pêşiya me, me vî karî pêkanî û listeya damezirenerên me amade ye. Pêşhaziriyên pêdivî yên teknîkî û huquqî jî piranî hatine kirin, em ji aliyê xwe de bo serdanê amade ne.

Em careke din ji endam û heval û dostên Partiyê re û ji xelkê xwe re radigihînin ku em bi biryara Kongreya xwe ya 11. ve girêdayî ne û dê hemî pêdiviyên vê biryarê werin cîbecihkirin. Ji bo damezirandina Partiya yasayî dê serlêdan pêk were. Meclisa Partiyê vê yekê careke din bi yek dengî tekez dike.

2. Beşekî girîng a biryara Kongreya me ew bû, em bi hemî kanîn û şiyanên xwe hewl bidin yekîtî û yekrêziya navmala partiyê û her wisa di nava hemî kes û dorberên ku xwe wekî pêgirên PDKê dibînin de yekitiyekî berfireh pêkbînin; ji bo vê kar bikin.

Di vê çarçoveyê de bi partî, rêxistîn, dorber û kesayetên din re jî dan û standin çêbûn û ser vê esasî komisyonekî ji bo vî karî hat damezirandin ku ev zêdetirî sê mehan e karê xwe berdewam dike.

Meclisa Partiyê, bi yekdengî karên nûnerên Partiya me ku heta nuha di vê warî de kirine piştrast kir û diyar dike ku em bi biryarên jibo damezirandina partiya yasayî pabend in. Em li ser vî karî bi israr in, daku zûtirîn demê bigihînin dawî.

Meclisa Partiyê ji nûnerên me daxwaz kir ku ev kar di nav maweyekî zêde zêde nêzîk de bi dawî were anîn, da ku ew partî, dorber û kesayetên bikarin bi bîr û bawerî bi hevra tevbigerin, bi hevra Partiya yasayî damezirînin.

3. Meclisa Partiya me careka din ji hemî aliyan re, ji gelê me xwegir û cefakar re radigihîne: Em amade ne bi hemî welatperwerên pak û dilsoz re bi hevra PDKê wek partiyeke yasayî damezirînin. Xebat û xizmeta Partiyê rewa, aşkere û yasayî bidomînin. Dem dema pêkanîna yekîtî û yekrêziya neteweperwer û niştîmanperweran e. Ev ji bo me erk û wezifeyeke pîroz e.

4. Meclisa Partiyê radigihîne, ku em dê di vê maweya kurt de jî bi yekgotarî û bi yekdengî di xizmeta pêkanîna yekitî û yekrêziya hemî PDKyiyan de bin, emê hemî derfetan bikarbînin daku ev armanc pêk bê.

5. Di vê dema dîrokî de ku li başurê welatê me gav bi gav ber bi ragihandina dewleteke serbixwe ve em nêzîk dibin, piştevaniya vê prosesê ji bo hemî partî, rêxistin û yek bi yek Kurdan û Kurdistaniyan erkekî pîroz e. Hevahengî, dostanî, yekgotarî îro ji bo hemî hêzên Kurd û Kurdistanî berpirsiyariyekî dîrokî ye. Em xwe wek xizmetkarê vê têgehê û prosesê dibînin.

6. Bêguman ev projeya yekrêziya navmala PDKyiyan li bakurê welatê me karekî girîng e. Meclisa Partiya me bi vê berpirsiyariyê tevdigere û li ser vî karî bi biryar e. Organa Partiya me bi her awayî hewl dide bo cîbecîh kirina vî karî daku layiqê hêviyên tên kirin be.”

Rudaw
Top