Hirûrî: Heta hilbijartinên dahatî Barzanî Serok e
Hirûrî, ku Civîna Encûmena Serkirdayetiya PDKê nirxand, herweha diyar kir: “Ger rêkeftin were pêş Wezîrên Goranê, dikarin vegerin ser postên xwe, lê ev yek ji bo Serokatiya Parlementoyê nabe. Serokatiya Parlementoya dikare bibe pişka Yekîtiya NiştimanIya Kurdistanê, Yekgirtû yan kesayetiyekî serbixwe, li gor lihevhatinê.”
Herwiha Hirûrî amaje bi wê yekê kir, PDK bi hemû karîna xwe hewl dide rêkeftinek di navbeyna hêzên Kurd de rû bide û Kurd bi şandeke hevbeş seredana Bexdayê bikin, ji bo gengeşekirina pêvajoya serxwebûna Kurdistanê.
Derbarê piştgiriya navneteweyî ji bo serxwebûna Kurdistanê û prosesa çaksaziyê de, Hirûrî destnîşan kir, ku “Serok Barzanî kesayetiyek weha ye, ger bawerî û sozdanek navneteweyî nedîtibe behsa pêvajoya serxwebûnê nedikir.”
Li ser prosesa çaksaziyê jî Hirûrî diyar kir, Di prosesa çaksaziyê de Partî rijd e û di meha pêş de, dê encamên raporên çaksaziyê ji bo raya giştî ya Kurdistanê werin pêşkeşkirin.
K24
