• Sunday, 22 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Petrola ku pêştir Iraqê dibir niha diçe Hewlêr û Silêmaniyê

Gulan Media January 16, 2017 Nûçe
Necmedîn Kerîm: Petrola ku pêştir Iraqê dibir niha diçe Hewlêr û Silêmaniyê
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, ew petrola ku pêştir şîrketa SOMO ya ser bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve dibir, niha beşek ji wê petrolê diçe Hewlêrê û beşek din jî diçe Silêmaniyê.

Îro yekşemî 15ê Çileya 2017ê, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di konfranseke rojnamevanî de bersiva pirsyarên rojnamevanan ên derbarê rewşa aborî û ewlehiya Kerkûkê de da.

Necmedîn Kerîm di bersiva pirsyareke tora medyaya ya Rûdawê ya li ser petrola Kerkûkê de ragihand: “Ew petrola ku ji Şîrketa Petrola Bakur ve diçe, di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketa SOMo de tê dabeşkirin.”

Necmedîn Kerîm amaje bi civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir û da xuyakirin: “Di civîna li gel Serokwezîrê Iraqê de, biryar hatiye dan ku ew beşa SOMOyê jî bi wê parzûngehê bihê dan, ku li Kelekê bo parêzgeha Neynewayê (Mûsilê) hatiye avakirin, herwiha tevî parzûngeha Qeywan a li Silêmaniyê.”

Kerîm herwiha ragihand, pêştir li Hewlêrê û Silêmaniyê ew daxwaz pêşkêşî parêzgeha Kerkûkê hatibû kirin.

Derbarê qazanckirina Kerkûkê ji wê biryarê, Parêzgarê Kerkûkê da zanîn: “Di wê navbeyndê de, Kerkûk qazancê dike, dê wê pereyî bidin Kerkûkê ku li hember wergirtina kehrebayê ji şîrketa Mass, xerc dike.”

Derbarê serdana xwe û şandeke parêzgeha Kerkûkê bo Bexdayê û encamdana civînê li gel Serokwezîr Heyder Ebadî di heftiya çûyî de jî, Necmedîn Kerîm destnîşan kir, wan li gel rayedarên Iraqê mijara neşandina pişka bûdceya Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve û herwiha kontrolkirina Hewîceyê gotûbêj kiriye.

Parêzgarê Kerkûkê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir: “Her di wê civînê de, tekezî li ser wê hat kirin, ku pêwîst e Hewîce bi zûtirîn dem were rigzarkirin. Ew hewlên ku me dane, me anî bîra Serokwezîr ku Kerkûkê bo vê mijarê zêdetir ji carekê pêwendî li gel Herêma Kurdistanê û cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ku Fermandeyê Hêza Pêşmerge ye kiriye. Gerek nûnerê Artêşa Iraqê li gel Wezareta Pêşmerge bicive, bo vê mebestê her li ser daxwaza cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, me li gel Wezîrê Pêşmegre bi wekalet qise kiriye.”

Necmedîn Kerîm tekez kir: “Paşxistina rizgarkirina Hewîceyê, ji bo Kerkûkê metirsîdar e, ji bilî wê yekê ku niha nêzîkî 30 hezar malbatên xelkê Hewîceyê li Kerkûkê ne ş jiyana wan gelek zehmet e.”

Rudaw
Top