Encûmena wezîran derbarê komîteya çaksazî de dicive
Endamê lijneya nezahe li parlamentoya Kurdistanê Firset Sofî re ragehand ku îro 15.01.2017ê ew lijneya bilind dê civîn li gel serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêkbîne.’’
Nav hatî di berdewamiya gotinên xwe de got: Di civînê de encûmena wezîran, navê wan lijne û pêngav û karên paşerojê dê gotûbêj bikin, biryare jî mekanîzma karên paşerojê ya lijneyê di vê civînê de bê gotûbêj kirin, ji ber erkê paşerojê yê wê lijneyê giran dibe.’’
Firset Sofî diyar kir ku em li benda hemû aliyane, bo ku alîkariya lijneyê bikin, ku hemû alî li Kurdistanê li dijî gendeliyê rawestin.
Heftiya borî bi serpereştiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de civînek derbarê pêngavên çaksazî û dijî qirîza darayî tevdîrên bên girtin pêkhat.
