Malbata wî pêşmergeyî ku ji aliyê PKKê ve hatiye girtin, çû Qendîlê
Duh li gundê Kozîne li devera Qendîlê, pêşmergeyekî Herêma Kurdistanê bi navê Elî Wisû ji aliyê hêzên PKKê ve hatibû girtin.
Televîzyona K24 ragihand, birayê wî pêşmergeyî û çend kesên bo berdana wî çûne Qendîlê û bi berpirsên PKKê re li ser wê bûyerê di nav hevdîtinê de ne.
Birayê wî pêşmergeyî ji K24 re gotiye, hêzên PKKê ji wan re gotine ku mezinên wan fermana girtina wî pêşmergeyî dane û wan jî ferman bicîh anîne.
Tê gotin ku PKK dê îro wî pêşmergeyî berde û xelkê wê deverê jî hişyarî dane PKKê û gotine, eger PKKwî pêşmergeyî bernede, ew bêdeng namînin.
Pêşmergeyê ku hatiye girtin, berdevkê tabûra 7 a Pêşmerge ye.
Basnews
