• Sunday, 22 February 2026
logo

Hewlêrê bersiv da generalê îranî: Ji bo me rê diyar neke!

Gulan Media January 15, 2017 Nûçe
Hewlêrê bersiv da generalê îranî: Ji bo me rê diyar neke!
Fermandarê Supaya Pasdrên Îranê hebûna konsolxaneyên welatan ên li Herêma Kurdistanê li dijî ewlekariya Îranê weke gef dibîne û dibêje, pêwîste konsolxaneya Erebîstana Siûdî ya li Hewlêrê bê girtin. Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî diyar kir, ku divê welatên din pirsgirêk û gijgijiya xwe neynin nav Herêma Kurdistanê.

Fermandarê Supaya Pasdaran li Parêzgeha Sineyê Mihemed Husên Recebî rexne li zêdebûna hejmara konsolxane û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê digre û dibêje; “hebûna zêdetirî 30 konsolxane û nûnertiya welatan li Herêma Kurdistanê tiştekî ne sirûştî ye û piraniya wan konsolxaneyan ji bo karê sîxûrî hatine vekirin.”

Derbarê konsolxaneya Erebîstana Siûdî jî Husên Recebî dibêje; “Siûdiye dixwaze bi rêya konsolxaneya xwe ya li Hewlêrê karên tevlîheviyê bike. Ji ber vê divê konsolxaneya wan li Hewlêrê nemîne. Ji ber, ku pêwîstiya xelkê Kurdistanê bi vê konsolxaneyê nîne.”

Li hember daxuyaniyên fermandarê pasdaran, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re got; “Em dixwazin, welatên din pirsgirêk û gijgijiya di navbera xwe de veneguhezin Kurdistanê.

Mistefa herwiha da xuyakirin; “Ji bo me pir ecêb e ku welatên cîran dest bixin nav karûbarên me yên navxweyî û rê ji bo me diyar bikin. Em rêzê ji pêwendiyên cîrantiyê digrin û dixwazin ev peywendî bi du alî be û têgehiştineke hevbeş hebe.”

Felah Mistefa diyar kir, ku Herêma Kurdistanê xwedan pêgeheke destûrî û fermî ye. Kurdistan di warê dîplomasî û pêwendiyên bi welatên herêmê û yên cîhanê re xwedan siyaseteke ronahî û eşkere ye. Mistefa got ku konsolxane û nûnertiyên li Herêma Kurdistanê bi hemahengiya Hewlêr û Bexdayê hatine vekirin û îro jî zêdetirî 30 konsolxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê heye, konsolxaneya Erebîstanê jî yek ji wan e, ku di 2ê Sibata 2016ê de hatiye vekirin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê got; “Em li hember ewlekariya ti welatekî nebûne gef. Pêşeroja me jî selmandiye, ku em di siyaseta xwe de vekirîne, nebin parçeyekê pozberiya li herêmê û cîhanê. Em dixwazin welatên din jî pirsgirêk û nakokiyên navbera xwe veneguhezine Kurdistanê. Ji ber ku armanca gelê Herêma Kurdistanê aramî, aştî û xweşbextî ye.”

Rudaw
Top