• Sunday, 22 February 2026
logo

Belçîka konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Gulan Media January 15, 2017 Nûçe
Belçîka konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Welatê Belçîka biryar daye, balyozxaneya xwe li Bexda û konsolxaneya xwe li herêma Kurdistanê veke.

Li gorî ragehandineka wezareta derve ya Belçîka, şandeka nûneratîya hikûmeta herêma Kurdistanê li Awropa bi serokayetîya Dilawer Aşgeyî, serdana wezareta wan kirîne û ji alîyê berpirsê pişka Rojhelata Navîn û berpirsê dêskê Îraqê li wezareta derve ya Belçîka hatine pêşwazîkirin û behsa peywendîyên herêm û Belçîka û çewanîya pîşvebirina wan hatîye kirin.

Dîsan di ragehandinê da, behsa vekirina konsolxaneya Belçîka li herêma Kurdistanê hat kirin û berpirsên wezareta derve ya wî welatî dîyar kirin ku niha kar bo dana diblomatekî li Bexda tê kirin, gava duwê jî ku biryar bo hatîye dan, vekirina konsolxanêyê ye li herêma Kurdistanê.

War.tv
Top