Hikûmeta Sûriyê federaliyê bi Kurdan re gotubêj dike
Dr. Ferîd Sedûn di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdaw re ragihand, ku hikûmeta Sûriyê bi çend siyasetmedarên Kurd re pirsa fedraliyê gotûbêj dike.
Li gotina Ferîd Seidûn ew niha ji bo gotûbêjkirina avakirina sîstemeke fedralî li herêmên kurdî li Şamê ne û bi rayedarên Sûriyê re hevdîtinan pêk tînin.
Sedûn ji Rûdawê re eşkere kir ku nêrîna hikûmeta Sûriyê di derbarê Rojavayê Kurdistanê de ji ya wan cuda ye û dibêje, hikûmeta Sûriyê dixwaze Kurd weke kesayetî di hikûmetê de beşdar bibin û naxwaze fedralî yan ti awayên birêvebirinê bên rojevê.
Di derbarê erdên Kurdan de, yên ku ji wan hatine standin û li Mexmûriyan hatine belav kirin de Seidûn got, nerîna Hikûmeta Sûriyê ew e, ku careke din erd wekhev li xelkê werin parvekirin.
Seidûn herweha eşkere kir ku di dema serdana wan de bo bingeha Himêmîm, Rûsya pêşniyara hevdîtinan bi hikûmeta Sûriyê re kiriye û ew navbênkariya di navbera wan û hikûmetê de dike.
Her li gorî wî siyastmedarî, Rûsya dikare bandorê li hikûmeta Sûriyê bike û çareserkirina pirsa kurdî dê bargiraniyên ser milê hikûmeta Sûriyê sivik bike, ji ber vê yekê Rûsya dixwaze pirsa Kurdan çareser bike.
Rudaw
