Berhem Salih: Biryara serxwebuna Kurdistanê bi Bexdayê ve girêdaye
Di çarçovê kongrê danustandinên Bexdayê da, diktor Berhem Salih gotarek pêşkêş kir û têda dîyar kir, gringtirîn babetê niha li Îraqê, cudabûn yan mana Kurdane di nava Îraqê da, her çend serxwebûn mafekê sruştî yê gelê Kurde, lê pêdvîye her biryareka çarenivîsî ya Kurdan, li Bexdayê bê dan, neku li Enqere û Waşinton û Tehranê.
Got jî: pêdvîye gelê Kurd xwe yekalî bike, eger bixwazin cudabibin bila biryara xwe biden, eger jî bixwazin di çarçovê Îraqê da bimînin, pêdvîye Hewlêr û Bexda erkên li ser milên xwe bicîh bînin.
War.tv
