• Sunday, 22 February 2026
logo

DAIŞê êrîşeke tund bir ser Dêrezorê

Gulan Media January 15, 2017 Nûçe
DAIŞê êrîşeke tund bir ser Dêrezorê
DAIŞê êrîşeke berferah li bajarê Dêrezorê pêk anî û şerekî giran di navbera wê û hêzên rêjîma Sûriyê de derket, ku ji salekê ve şerekî wiha li wî bajarî nebûbû.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, DAIŞê êrîşeke berferah li bajarê Dêrezorê pêk anî, ku 6 teqînên bihêz li nava bajêr rû dan, herwiha şer û pevçûnên tund li nêzîkî firokxaneya leşkerî ya Dêrezorê û derdora Lîwaya 137an ya rêjîma Sûriyê derketin.

Ji aliyê xwe ve, firokeyên rêjîmê bi tundî çekdar û baregehên DAIŞê bombebaran kirin, da ku êrîşa DAIŞê têk bişkîne.

Tê amaje kirin ku ji encama êrîşa DAIŞê hejmareke mezin kuştî û birîndar hene, lê ti hejmareke zelal nehatiye ragihandin.

Tê zanîn ku,DAIŞ di meha Çileya 2016an de jî derbasî bajarê Dêresorê bûbû û piştî kontrolkirina beşekê ji bajêr, 15 leşkerên rêjîmê bidarve kirin û bêhtir ji 400 ji leşkerên rêjîmê û malbatên wan revandin.

K24
Top