DAIŞê êrîşeke tund bir ser Dêrezorê
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, DAIŞê êrîşeke berferah li bajarê Dêrezorê pêk anî, ku 6 teqînên bihêz li nava bajêr rû dan, herwiha şer û pevçûnên tund li nêzîkî firokxaneya leşkerî ya Dêrezorê û derdora Lîwaya 137an ya rêjîma Sûriyê derketin.
Ji aliyê xwe ve, firokeyên rêjîmê bi tundî çekdar û baregehên DAIŞê bombebaran kirin, da ku êrîşa DAIŞê têk bişkîne.
Tê amaje kirin ku ji encama êrîşa DAIŞê hejmareke mezin kuştî û birîndar hene, lê ti hejmareke zelal nehatiye ragihandin.
Tê zanîn ku,DAIŞ di meha Çileya 2016an de jî derbasî bajarê Dêresorê bûbû û piştî kontrolkirina beşekê ji bajêr, 15 leşkerên rêjîmê bidarve kirin û bêhtir ji 400 ji leşkerên rêjîmê û malbatên wan revandin.
K24
