Çawîşoglu: Em ji Amerîka dilgiran in ku piştevaniya PYDê dike
Çawîşoglu di konferansa rojnamegeriyê de ya ku di çarçoveya Konferansa Balyozan a 9emîn de got: "Amerîka wê demê bo beşdarkirina gotûbêjên Astana bila bang li DAIŞ jî bike. Ez bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov re axivîm û em hemnêrîn in ku bang li Amerîka bikin. Amerîka jî dê beşdarî Astana bibe. Em rola Amerîka înkar nakin.”
Çawîşoglu derbarê beşdarbûna PYDê di civîna Astanayê de got: “Em dilgiran in ku, hevalbendekî me yê pir girîng piştevaniya rêxistineke terorê dike. YPG beşdarê Astana nabe. Berê me gelek derfet da ku dev ji terorê berdin, dev ji parçekirina Sûriyê berdin û li Tirkiyê jî teror nekin. Me dît ku niyeta wan çî ye. Herî dawî operasyona mertala Feradê jî nîşan da ku, armanca YPG şerê DAIŞ nîne, parçekirina Sûriyê ye.”
Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin.
K24
