• Sunday, 22 February 2026
logo

NATO nunerên Kurdistanê dibe civîn û devreyên xwe

Gulan Media January 15, 2017 Nûçe
NATO nunerên Kurdistanê dibe civîn û devreyên xwe
Rêveberê karûbarê tendirostî li Wezareta Pêşmerge ragehand ku bo cara yekem di dîrokê de nûnerên Kurdistanê li devreyeke hevpeymaniya bakurê Atlesê(NATO) de beşdar bûn.
Rêveberê karûbarê tendirostî li Wezareta Pêşmerge, Lîwa Dr.Mihsên Mihemed Reşîd ji bo ragehand ku NATOyê xoleke li navenda leşkerî(Hilversum)li bajarê Amsterdama Holandayê vekiriye û xol li 9 mehê heta 13 mehê berdewam dibe. Du bijîşkên erkdar li Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê jî wek nûnerên Kurdistanê beşdarin.
Wî berpirsî ev yeke jî eşkere kir ku di xolê ( Devre) de nûnerên 19 welatan beşdarin û Kurdistan jî bo cara yekem li vê xolê de beşdare û ti caran li Iraqê de ti nûnerek ji bo vê xolê nehatine vexwandin. Hemû kesên beşdar li vê xolê de nûnrên welatane, lê belê tenê em wek nûnerê Herêma Kurdistanê, bi du bijîşkan li Wezareta Pêşmergeyan beşdar bûn.
Top