• Sunday, 22 February 2026
logo

Civata Serkirdayetîya Partî hişyarîyeka tund dide

Gulan Media January 14, 2017 Nûçe
Civata Serkirdayetîya Partî hişyarîyeka tund dide
Peyvdarê Civata Serkirdayetîya Partîya Demokrata Kurdistanê li Silêmanîyê û Helebce di daxuyaniyekê da ragihand ku ew agehdarin alîyekî siyasi li pişt dergehên daxistî kombûn encam dane u bi pilaneka dariştî dixwazin xelkê dibin navê xwepêşandanên nerazibunê da arasteyî beregeha civata serkirdayetîya Parti yan liqê 14 yê Partî li Silêmanîyê bi mebesta têkdan û alozîyê.

Herwesa Eta şêx Hesen bi tundî hoşdarî dide u diyar dike ku ew hemu aliyan ji vê plana dariştî agehdar dikin û di heman demêda daxwaz ji aqilmend û dezgehên asayîşê kir rêkê li ber wê deste û taqme bigrin ji ber ku ew ali ji aramiya kurdistanê û pêşveçunên gotubêjên di navbera Parti û Yekîtî dilxweş nînin.

Herwesa Civata Serkirdatiya Partî li Silêmanî û Helebceyê destnîşan dike:

Ew tekez dikin ku xwepêşandana vê carê, ji çarçoveya xwepêşandanê derdikeve û dibe planeke têkderiyê, ku ji aliyê aliyekî siyasî ve tê arastekirin, ku ew jî di berjewendiya çi aliyekê de nîne, û me jî dixe ser wê rêyê ku em bi çavê xwepêşander û xwepêşanderên sivîl temaşeyî wan nekin.

War,tv
Top