Fermandarê kurd ê heşdî şeibî hat kuştin
Çavkaniyeke agahdar li sînorê Xaniqînê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li sînorê bajarokê Neftxaneya ser bi Xaniqînê, ji aliyê DAIŞê ve kemînek ango xefikek ji wesayîta fermandarê lîwayeke heşdî şeibî re hate danîn.’’
Heman çavkaniyê got: ‘’Di wê kemînê de fermandar, li gel şofêr û du zîrevanên wî hatin kuştin û karwanê wesayîtan jî ji pênc wesayîtan pêkdihat.’’
Fermandarê kurd navê wî Heyder Elî ye û Bi Ebu Kerrar dihate naskirin, bixwe jî xelkê Xaniqînê ye û binkeyê lîwaya wî jî li navçeya Seidiye ya ser bi Xaniqînê, ku naha ew navçe di bin desthilatiya heşdî şeibî de ye. Herwaha hat zanîn termên wan birine Bexdayê û biryare piştî kontrolên bijîşkî dê ji Xaniqînê re bên şandin.
Li gel wan zanyariyên berdest, heta naha ti çavkaniyeke fermî li polîs û saziyên ewlehiyê, nûçeya kuştina Ebu Kerrar belav nekirine.
Basnews
