• Sunday, 22 February 2026
logo

Fermandarê kurd ê heşdî şeibî hat kuştin

Gulan Media January 14, 2017 Nûçe
Fermandarê kurd ê heşdî şeibî hat kuştin
Şeva borî nêzîk navçeya neftxaneya sînorê Xaniqîn, ji aliyê DAIŞê ve di xefik ango kemîna bo fermandarê lîwayeke heşdî şeibî re hate danîn de fermandarê kurd ê heşdî şeibî û şofêrê wî û du zîrevanên wî hatin kuştin.

Çavkaniyeke agahdar li sînorê Xaniqînê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li sînorê bajarokê Neftxaneya ser bi Xaniqînê, ji aliyê DAIŞê ve kemînek ango xefikek ji wesayîta fermandarê lîwayeke heşdî şeibî re hate danîn.’’

Heman çavkaniyê got: ‘’Di wê kemînê de fermandar, li gel şofêr û du zîrevanên wî hatin kuştin û karwanê wesayîtan jî ji pênc wesayîtan pêkdihat.’’

Fermandarê kurd navê wî Heyder Elî ye û Bi Ebu Kerrar dihate naskirin, bixwe jî xelkê Xaniqînê ye û binkeyê lîwaya wî jî li navçeya Seidiye ya ser bi Xaniqînê, ku naha ew navçe di bin desthilatiya heşdî şeibî de ye. Herwaha hat zanîn termên wan birine Bexdayê û biryare piştî kontrolên bijîşkî dê ji Xaniqînê re bên şandin.
Li gel wan zanyariyên berdest, heta naha ti çavkaniyeke fermî li polîs û saziyên ewlehiyê, nûçeya kuştina Ebu Kerrar belav nekirine.

Basnews
Top