Parlamentoyê guhertina derbarê hilbijartinên serokomariyê de erê kir
Di rûniştina duh a Parlamentoya Tirkiyê de ku dengdan li ser madeyên destûra nû dihatin dayîn, madeya 9 , 10 û 11 ya ku di derbarê cezakirina serokomar de hatibû amadekirin jî hat pesendkirin.
Xala 11emîn jî bi dengên 341 parlementeran hat pejirandin ku girêdayî şêwazê hilbijartina serokomar e.
Li gorî vê yasayê dê hilbijartinên parlamentoyê û yên serokomariyê bi hev re bên kirin.
Herwiha dê parlamento bikare bi 3 ji 5ê dengên parlamenteran biryara nûkirina hilbijartinên nû bide.
Bi piştgiriya parlamentoyê dê serokomar bikare du caran bê hilbijartin.
Li gorî madeya 9 û 19ê, eger destê serokomar di tawanekê de hebe, dikare li dîwana bilind a parlemenê lêpirsînek bê destpêkirin û piştre jî dengdan li ser bê kirin.
Her wiha eger ku ew tawana serokomar derbikeve holê, wê demê dikare serokomar ji kar bê dûrxistin û pêvajoya darizandina wî destpê bike.
Di nava pêvajoya lêpirsînkirina serokomar de, serokomar nikare bi ti awayî biryara hilbijartinan bide û karê wî tê cemidandin.
Rudaw
