• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka: Kesî em venexwendine Astanayê

Gulan Media January 14, 2017 Nûçe
Amerîka: Kesî em venexwendine Astanayê
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner ragihand ku Amerîka ji bo civîna Astanayê ya ji bo danûstandinê Sûriyê nehatiye vexwendin.

Toner di civîna rojnamevanî ya rojane ya li Waşintonê de, li ser pirsa rojnamevanekî, ka Amerîka dê roja 23ê Çileyê beşdarî danûstandinên Asatana bibe yan na, diyar kir, heta niha ew nehatine vexwendin.

Mark Toner dema bersiv da pirsa beşdarbûna Amerîkayê ya di danûstandinên Astana de got; “Divê wê pirsê ji Rûsiya û Tirkiyê bikin, ji ber ku ew serperiştiya wê civînê dikin.”

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ragihandindibû ku, Amerîka ji bo civîna Astanayê hatiye vexwendin.

Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov jî derbarê beşdarbûna AmeRîkayê de ragihandibû, ku tişteke misoger nîne û gotibû; “Di vê mijarê de ez nikarim tiştekî bêjim.”

Tê zanîn ku, Rûsiya û Tirkiyê bi mebesta çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re, roja 23ê Çileyê civînekê li Astanaya paytexta Kazaxistanê lidar dixin. Di vê civînê de nûnerên hikûmeta Sûriyê û yên opozisyonê beşdar bibin.

Rudaw
Top